Remziye Tosûn: Li dijî tecrîdê em azadiyê biparêzin 2021-03-10 16:09:42     AMED - Remziye Tosun a ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê di daxuyaniyê de axivî got:"Li dijî tecrîdê em azadiyê biparêzin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Amedê ji bo bal bikşîne ser grevên birçîbûnê yên di 27'ê Mijdara 202'î de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girîgehan hatin destpêkirin li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî daxuyaniyê bûn.    Polîsên park dorpêç kirin bû asteng ku koma ew ê daxuyanî bida bê gel hevdu. Koma ku astengiya polîsan bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin piştre daxuyanî da.    'Li dijî tecrîdê em azadiyê biparêzin'   Remziye da zanîn ku girtî 104 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha got:"Ji bo dengê girtiyan bê bihîstin divê tu kes rehet ranezên. Divê her kes destên xwe daynin ser wîcdanê xwe. Divê herkes li dijî tecrîdê serî hildin. Heger hûn serî hilnedin ew ê li her derê tecrîd li ser we bê ferzkirin. Tecrîda li Îmraliyê li her derê Tirkiyeyê dewam dike. Li dijî tecrîdê em azadiyê biparêzin   Di dema daxuyaniyê polîsan rojnameger asteng kirin. Polîsan gotin:"Ji ber qerta we ya zer tune ye hûn nikarin kêşanê bikin."   Piştî daxuyaniya Remziye daxuyanî bi dawî bû.