Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ 99 roj in didome 2021-03-10 13:35:50     ŞENGAL - Li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê, xelkê Şengalê çalakiya nobetgirtinê dabûn destpêkirin. Çalakî 99 roj in didome.    Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 99 roj in berdewam dike.    Rojane welatî serdana kon dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Herwiha Şengalî diyar dikin ku heta daxwaza wan bi cih neyê wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.