Li Mexmûrê koma 42'yan greva birçibûnê dewr girt 2021-03-10 10:33:23     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 42’yemîn çalakî dewir girt. Çalakiya greva birçîbûnê 84 roj li pêy xwe hişt.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 42’yemîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê 84 roj li pêy xwe hişt.   Li ser navê koma Aydin Unver axivî û wiha got: ‘’Ez li ser navê koma 41’emîn serkeftinê ji bo hevalên xwe di xwazin, ev çalakiya ku me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatî dest pê kirin heta em negihijin armanca xwe em devjênaberdin. Em hevalên xwe yên zîndanan jî silav dikin û ji wan re serkefitinê dixwazin.’’ Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.