Aktîvîsta TJA’yê Zelal: Em bi xwedîderketina destkeftiyan li qadan bûn 2021-03-10 09:03:58     Safiye Alagaş   AMED - Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn 8’ê Adarê nirxand û got: “Em xwedî li destkeftiyên dîrokî derdikevin. Me bi hêza xwe ya rêxistinbûna xweser biryara berdewamkirina berxwedanê nîşan da. Bi vê hêzê jî em ê her tim li qadan bin.”   Jin bi rojane ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin amadekarî kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin’ di 1’ê Adarê de li Amedê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê piştî startê sînevîzyon dan nîşandan, hevdîtinên bi jinan re hat kirin, serdanên gundan, panel û bername, ji girtiyan re şandina qertan pêk anîn. TJA’yê ji bo mîtînga ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) pêk hat jî gund bi gund geriyan û jin dawetî mîtînga 8’ê Adarê kirin û piştevaniya jinan gihandin qadan.   ‘Me xeta têkoşînê xurt kir’   Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn xebatên 8’ê Adarê û mîtîng nirxand û da zanîn ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ carek din hatiye dîtin tenê ne hevokek e û wiha got: “Ji Rosayan heta Sarayan ji Leylayan heta Ayşeyan berxwedan li her qadê roj bi roj mezintir dibe. Di her dirûşmê de gotinek, di her pankartekê de tiştek ji xwe re kirin sedema hêrsê û ji bo em şûnde gav bavêjin her tişt kirin. AKP li kongreyên xwe yên ku li salonên girtî pêk tînin, nanêre û ji bo mîtîngên ku li qadan pêk tên, pandemiyê dikin hincet û hewl da ku red bikin. Ji bo tevlîbûna mîtîngan kêm bike, koda HES'ê ferz kirin. Tevî van jin hatin gel hev. Em hatin gel hev, em keniyan û em bi jinên ku rastî şîdetê hatine re hatin cem hev û me rondik barand em bûn hevkarê têkoşîna wan.”   ‘Em bûn kabûsê wan’   Zelalê di berdewamiyê de destnîşan kir ku jinan dîsa bersiva herî xweş li qadê daye desthilatdariya mêr û wiha dirêjî da axaftin axwe: “Wek bersiva li dijî bêçaretiya, em ê li her qadê bi govend û tililiyan jiyana nû ya azad ava bikin. Vê mohra xwe lê da. Me got têkoşîn û serhildana me heye û me carek din nîşan da ku pergala serdest ya mêr nikare me teslîm bigire. Em bûn kabûsê kesên ku tehemula wan ji pirrengiyê re tune ye.”   ‘Wê me li her qadê bibînin’   Zelalê bi lêv kir ku bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin’ li qadan xwedî li destkeftiyên xwe yên dîrokî derketine û wiha pê de çû: “Heta ku pêşerojeke azad û adîlane pêk neyê dê hûn ê me li qadan li her derê bibînin. Îsal me di pandemiyê de 8’ê Adarê pêşwazî kir û rêxistin kir. Di pandemiyê de me bi dehan dît ku jin di şertên çawa giran de dijîn.”   ‘Me got em nabin jinên makul’   Zelalê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tê xwestin ku jin mahkumê şîdetê bê kirin û zihniyeta serdest a mêr li şûna ku bibe çareserî, mêran diparêze û bi polîtîkayên xwe jinan bêçare dihêlin û hewl didin ku jin li dijî qedera xwe serî bitewînin. Her wiha Zelalê destnîşan kir ku jinan li qadan dengê xwe bilind kirine û wê tu car jina makul qebûl nekin serî netewînin.   Zelalê wiha dawî lê anî: “Em ê bibin dengê girtiyên jin ên ji ber nasnameya siyasî hatine girtin. Yekane bersiva jinan a li dijî şîdeta mêr a ku her diçe dijwar dibe, bêguman wê li qadan bên dayîn.”