Derûnnas Nalîn Acat : Em dikarin pêşî li tundiyê bigirin 2021-03-10 09:01:43     Medya Uren   MÊRDÎN - Derûnnas û endama Komeleya Mezopotamyayê Nalîn Acat di axaftina bi me re kiriye de bal kişand ser êrişên li ser jinan û got: “Tundî bingeha xwe ji civakê a di bin deshilatdariya mêr de hatiye avakirin digire. Di roja îro de jî ya ku herî zêde bandorê li zêdebûna tundiyê dike jî civak û dad bi xwe ye. Divê em li hemberî wê yekê zimanekî nû biafirînin. Ev jî rêya sereke ya ber bi pêşveçûyînê ye.”   Her roja ku diçe tundî, îstismar û qetlîama jinan zêdetir dibe. Li tirkiyê her roj herî kêm 3 jin tên qetil kirin. Bi sedan jin tên îstismar kirin, rastî gef û zextên mêr tên. Jinên rastî êrişa mêr hatine dubare ji aliyê civak û dadgehê ve rastî êrişê tê. Ji ber nasnameya xwe û zayenda xwe tên tewam bar kirin.   Derûnnas û Endama Komeleya Mezopotamyayê Nalîn Acat têkildarî êrişên li ser jinê û bandorên ku li ser zarokan çêdike nirxandiên xwe bi ajansa me re parve kir.   Mêr dixwaze bi tundiyê bibe xwedî hêz   Nalîn Acat di destpêka axaftina xwe de bingeha avabûna tundiyê dinirxîne û wiha dibêje: “Mêrên fêlbaz timî ji bo serdestiya xwe li ser jinê ava bike û mezinbûna xwe bide nîşankirin rêbaza tundiyê bi kar tîne. Di vê xalê de em dikarin bêjin ku malbat hem çavkanî û hem jî berpirsiyarê pêla tundiyê ye. Di heman demê de faktorên ku form, ast û domdariya tundiyê zêde dikin jî hene. Her çend ez di vegotinan de wisa dibêjim jî li gorî lêkolînên hatine kirin hejarî weke faktorek girîng a tundiyê hat erêkirin. Zehmetiyên darayî, jiyana bê ewlehî herî zêde faktorên bandorker in ku di vê xalê de jî mêr di tirsa windakirina rola xwe de ye. Lê bikaranîna tundiyê rola xwe dubare digire. Îqtidara xwe di malê de diparêze. Tundiya di nav malê de, bandorê li derûniya zarokan dike û dibe sedema texrîbatên mezin. Ev jî dibe sedema pêşneketina zarok.”   'Civak û dewlet kesên sûcdar diparêze'   Nalînê bal kişand ser vê xalê ku dewlet sûcdar diparêze û wiha domand:"Di demên dawî de bi taybet li herêmê têkiliyên ensest gihiştiye asta herî zêde û ev jî bûye yek ji pirsgirêkên mezin yên jin û zarokan. Bi sedan bûyerên bi vî rengî tê nixumandin û em tenê dibin şahidê hinek ji van bûyeran. Bi sedan bûyerên wisa diqewimin û piştî çend salan jî zarok an jî jin cesaret dibîne bibêje. Ji ber ku vê carê di hêla civakê de, di hêla dadê de astengî hene loma zû bi zû nikarin bêjin. Yan wê malbat wê derewîn derxe, gef lê bixwe, yan jî wê tecawizkar di dadgehan de bê ceza bimînin. Ji ber ku civak sûcdaran diparêze û mexdûrên bûyerê rûreş dike. Her wiha rojnameyên ku bi ziman û hişmendiya mêr nûçeyên îstismarê û tundiyê dinivîsin jî roleke girîng dilîzin. Ev jî bê guman hêzek mezin dide mêr. Êdî wî tiştî ji bo xwe  maf dibîne. Ev jî ji aliyê derûnî, zayendî, fîzikî, civakî û rihî ve zarokan û jinan dixe zirareke mezin.”   'Ji nêzîkatiyên zarokan re hişyar bin'   Nalan di berdewamiya axaftina xwe de şiyariyên bi vî rengî dike: “Zarokên ku herî zêde ji buyerên îstismarê  û tundiyê bandor dibin, yên ku herî di aliyê gotinê de astengiyan dijînin. Divê malbat bikevin ferqa van yekan. Cardin em dibêjin çiqas zarok neaxive jî, di aliyê derûnî û fîzîkî de cudahiyên derdikevin holê rewşa zarok vegotin dike. Xalên ku istismara fîzikî û zayendî ji hev cuda dikin hene. İstismara fîzikî ewe ku bêyî zarok qezayek derbaz kiribe birînên ku li ser laşe wê vebuyî ne. Ketina ferqa tundiya istismara zayendî û derûnî bêhtir zor e. Lê divê em di aliyê nêzîkatiyên wan de şiyar bin. Cudahiyên ku di wan de rû didin yên weke dîtina xewnan, zû bi zû raneketin, hêrsbûyîn yan jî nêzîkatiyên ne li gor temenê wan dikin rû didin.”   'Divê em zimanekî nû biafirînin'   Nalînê wiha berdewam dike: “Tundî bûyereke ku ji malbatê tê fêrbûn û bi vî rengî çerxa xwe dizivirîne. Ji bo tunekirina tundiyê divê em di destpêkê de ji malbata biçûk dest pê bikin. Divê em nifşekî ku wekheviya zayendiyê fam dikin mezin bikin. Ango pêwîst e em dev ji zimanê xwe yê tundiyê berdin ku ev xal jî ji bo mirovahiyê wê gaveke herî mezin be. Her wiha bêcezahiştina sûcdaran û sûcdarkirina kesên tundî, îstismar û tecawiz li wan hatibe kirin jî bi serê xwe sedemek mezin e. STK’yên ku di van aliyan de xebatan didin meşandin divê piştigiriya wan bê kirin. Afirandina zimanekî nû wê me pêş ve bibe.”   'Bi hêviya 8’ê Adarên azad'   Nalînê bi bûyerên ku bûne şahid re mînakan dide û dibêje: “Jiyana gelek kesên ku tên gel min diaxivin bandorê li min dike. Bi taybet di bûyerên îstismarê de ez hêrs dibin. Lê bê guman bihevrebûn û piştgirîdayina hev a jinan her tim hêzê dide min. Ji dîroka kevnar heta roja îro zayenda duyem an a sêyem li me tê ferzkirin. Me texrîbatên vê hişmendiya takekes bi zêdayî jiyan. Lê çiqas em qala van êrişan jî bikin divê em têkoşîna jinan a di vî alî de jî ji bîr nekin. Ji bo destkefiyên ku ji me re kirine mîrate em şanaz in. Bi hêviya 8’ê Adarên azad.”