Li Herêma Federal a Kurdistanê jin li qadan bûn 2021-03-08 17:13:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, li gelek navendên Herêma Federal a Kurdistanê jin 8’ê Adarê pîroz kirin.   Îro li her derê cîhanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê pêk hatin. Li Herema Federal a Kurdistanê jî li gelek navendan jinan çalakiyên curbicûr li dar xistin û 8'ê Adarê pêşwazî kirin. Mîna her derê li gelek navendan jî jin li Başûrê Kurdistanê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.   Li Helepçê jin şitil çandin    Li navçeya Kelar endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, bi boneya 8’ê Adarê ji bo karkerên jin şîrînahî hatin belavkirin. Her wiha jinan li ber derê zanîngeha Helebceyê, şitlên daran çandin. Jinan beriya dar çandinê daxuyaniyek dan û gotin: “Tundûtujiya hemberî jinan û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovan zêde bûye. Bi awayek eşkere tundûtujî tê kirin, ji ber ku ceza nadin kesên sucdar, tundûtujiya ser jinan jî zêde dibe.”   Li Koyê panel hat lidarxistin    Bi boneya 8’ê Adarê beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re, derbarê yasayên taybet ên derbarê jinan de panelek hat lidarxistin. Li beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re panelek derbarê jinan de hate dayîn.   Endama Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Fênik Şefîq jî li ser armanca panelê axivî û got ku divê yasayên taybet girêdayî jinan, werin sererast kirin û wiha pêde çû: “Li gorî daneyan, di sala borî de 35 jin hatine kuştin, 38 jinan xwe kuştine û 67 jinan jî xwe şewitandine. Her wiha hear û 370 gilî hatine kirin.”   Endama Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman Dilxwaz Ebdula jî got: “Komek sedem hene ku jin nekaribin weke pêwîst di saziyan de bibin xwedî biryar û rêveberiyê bikin. Sedema herî sereke jî, çanda civakê û zilamsalariye. Sîstema siyasî jî sedemek din ya paşguhxistina jinane.”   Jinan li Çemçalê şahiyek li dar xistin    Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û rizgarkirina Çemçemal ya ji rejîma Baasê, ji aliyê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Çemçemalê ve şahiyek hate lidarxistin.    Bi mijara şîdetê li Kelarê panel hat lidarxistin    Li navçeya Kelar ya ser bi Germiyan, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna dijî Tundûtujiya dijî Jinan ya li Germiyan, bi boneya 8’ê Adarê panelek sazkir. Berpirsa Sentera Pane, Viyan Sabir di panelê de axivî û destpêkê behsa tundûtujiya ser jinan kir. Viyan Sabir got: “Sedema tundûtujiya ser jinan, zewaca bi zorê, destdirêjiya derûnî û êrişên zayendîne. Ev sedemane jî metirsiyên mezinin ji bo jinan.”