Li Rûsyayê pîrozbahiyên 8'ê Adarê 2021-03-08 16:37:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd, li gelek herêmên Rûsyayê 8'ê Adarê pîroz kirin.    Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) ku saziya jinên kurd a li Rûsyayê ye, li gelek herêmên Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyan pîroz kir.   Li paytexta Moskowayê li Mala Kurdan pîrozbahiyê bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna azadiyê ya jinên kurd dest pê kir. Piştre Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Qadir destnîşan kir ku têkoşîna jinên kurd rêya azadiyê ye ji bo jinan hemûyan. Qadir diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan afirînerê têkoşîna jinê ye û bi felsefeya xwe ya ji bo azadîparêziya jinê afirandiye li cîhanê deng vedaye.   Li Saratovê çalakî    Qadeke din a pîrozbahiyê herêma Saratovê bû. Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê li Mala Çanda Kurd Jinên Kurd li hev civiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Hunermendên Kurd ên xwecihî hunera xwe pêşkêş kirin. Jinan jî li ber stranên wan govend gerandin.   Jinan li Mîçûrînskê kom bûn    Li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambvê jî jinên kurd bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê pîroz kirin. Hevseroka Meclîsa Jinê Fatma Kasoeva diyar kir ku bi saya têkoşîna jinên Kurd li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hêzên paşverû hatin lawazkirin.