Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coş hat pîrozkirin 2021-03-08 16:23:08   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinan bi dirûşma bi dirûşma "Em jin xwe bi rêxistin dikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" 8'ê Adarê pîroz kirin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma "Em jin xwe bi rêxistin dikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" starta 8’ê Adarê hatibû dayîn. Gelek rêzeçalakî hatibûn lidarxistin. Îro jî li wargehê pîrozbahiyek giştî hat lidarxistin. Pîrozbahî li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê pêk hat û jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn.    Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok axivî û bal kişand ser 8'ê Adarê. Fadîla wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rêber Apo me kiriye xwediyê rumeta jiyanê. Ji ber vê yekê di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo, li tevahî hevalên îro di girtîgehê de li hember zilm û faşîzmê li ber xwe didin, jinên têkoşêr û berxwedêr, gerîlayan pîroz dikim. Ji bo ev zilma ku li ser jinan tê meşandin û faşîzma tê kirin em ê li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin. Têkoşîna xwe mezin bikin. Bagwaziya me ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê tevayî jin  xwe ji paşverutiyê xilas bikin. Ji bo em ji vê paşverutiyê xilas bibin divê em yekitiya xwe ava bikin. Em rêberê mirovahiyê bi fîzikê azad bikin. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku wê sedsala 21’mîn bibe sedsala azadiya jin. Em ê bi Rêberê xwe re Azad bijîn."    Pîştî axaftina endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla, Koma Muzîkê ya Kevana Zêrîn, Dayikên Dengbêj, hunermed Berhem Şemamî, Koma Muzîkê ya Weqfa Jinan û hunermend Cemîl derketin ser dikê stranên xwe  pêşkêş kirin. Her wiha Koma Govendê ya Kevana Zêrîn jî derketin ser dikê. Jinan li ber stranan gavend û 8'ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin.    'Jin her tim pêşengtiyê dikin'   Her wiha li ser navê komîteya amadekariyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuray Sezgîn ajansa me re axivî û got: “Beriya her gotinê ez ev roja pîroz ya ku ji me re diyarî kiriye di jinan de bîr û baweriyê eva kiriye ji Rêber Apo pîroz dikim, cardin li tevahî gerîlayan û jinên berxwedêr pîroz dikim. Îro roja 8’ê Adarê ye di saya firên Rêber Apo de tevahî roj ji bo jinan bûye rojên têkoşîn û berxwedanê. Bi taybetî jî pêngava ji hêla KJK-KCK ve dem dema azadiyê ye û parastina jina azad û civaka azad di tevahî cîhanê de pêngavên gelek girîng û pêşketinên gelek binirx tên avakirin.    Divê jin bikeve ferqa hêza xwe   Weke wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî em jî bi hêvî û baweriyekê mezin bi dest çalakiyan kiriye. Bi rastî jî jin ji bo xurtkirina vê pêngavê bi her awayî pêşengtiyê dike. Me jî starta xwe ya 8’ê Adarê bi dirûşmeya em jin xwe bi rêxistin bikin bi Rêber APO re azad jiyan bikin da destpêkirin. Êdî jin pêwîste bi keve ferqa hêza xwe de û bizanibe ku neçare xwe rêxistin bike û têkoşînê ji bo azadiya xwe bide meşandin. Êriş çi dibe bila bibe em weke jin di azadiyê de bi israrin bi taybetî jî ji bo azadiya Rêber Apo. Em bi ruhê berxwedaniyê Garê tevlî pêngavê dibin ev serkeftina Garê ji bo 8’ê Adarê jî bû ruhê serkeftinê û coşekê mezin di tevahî şêniyên wargehê de da avakirin.”