Ji Serhedê peyama 8'ê Adarê: Em ê tecîdê bi dawî bikin! 2021-03-08 16:01:45   WAN - Di mîtînga ku bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" de berdevka Meclîsa jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Serhildan ji bo azadiyê ye. Meşa me dê bigheje serkeftinê, Em bi hêvîne û em ê tecrîdê bi dawî bikin."   Mîtînga Wanê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Parka Mûsa Anter a li Navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" pêk hat. Bi sedan jinên ku ji Agirî, Qers, Îdîr û Colemêrgê hatibûn jî bi cilên xwe yên gelerî herikîn qada mîtîngê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamentera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun, Komeleya Hikqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA DER, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Jinan a Star, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Rêxistinên Saziyên Sivîl tevlî mîtîngê bûn.    Parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît di mîtîngê de axivî û got: "Jin ji bo jiyanek azad, wekhev û demokratîk her tim di nava têkoşînê de bûn. Îro jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn didan girtî ne. Sebahat, Fîgen, Gultan em silavên xwe ji wan re dişînin. Îro 8'ê Adarê ye û berê me li Newrozê ye. Piştî demek dirêj em carek din li kolanan li hev re ne. Çend dem derbas bibe jî berxwedana me kêm nebûye."    'Piştî salek şûnde em civiyan'    Piştre Ayşe Acar Bajaran axivî û da zanîn ku çend dora jinan hatibe dorpêçkirin jî jin dîsa herîkin qadên mîtîgê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî salek şûnde em carek din civiyan. Em bi kelecan in. Îqtîdara ku 18 sal in dixwaze jin çokdayne îro jinên Wanê bersiv dan îqtîdarê. Coş û heyecana li vir peyamek e. Salek e bi hinceta pandemiyê jin mehkûmê malan kirin, betalkirina Peymana Stenbolê nîqaş kirin, mafê nafaqayê nîqaş kirin û sazî û dezgehên jinan hedef girtin. Êrişê Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê kirin. Ji jinan re gotin an korona an şîdeta mêr! Lê em ji Wanê bang dikin û dibêjin em ne şîdeta mêr û ne jî hinceta we ya pandemiyê qebûl dikin."   'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'    Ayşe di axaftina xwede bal kişand ser tayînkirina qeyûman a şaredariyan û wiha dom kir: "Tayînkirina qeyûman tê wateya dijminatiyê. Pergala me ya hevserokatiyê îlegalîze dikin. Lê me jî bi israr got 'Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Her wiha 23 sal in li hemberî Birêz Ocalan tecrîdek heye. Li dijî tecrîdê jî li girtîgehan 102 roj in grevên birçîbûnê didomin. Sala borî bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin. Leyla bi bedena xwe navnîşana aştiyê nîşan dabû. Lê ji bo Leylayê 22 sal ceza lê hat birîn. Rêhevala me got 'Li hundir û dervê dê êkoşîna me bidome' Em baş dizanin ku tecrîd bêtir bandorê li jinan dike û bedena jinê wekî qada şer dinirxînin. Daxwazên rêhevalên me yên girtî daxwazên me ne jî."   'Em hêza xwe ji têkoşêran digirin'    Ayşe, diyar kir ku dê jin wî welatî bi rêvebibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin ne bi tenê ne, bi hêz in. Em hêza xwe ji têkoşêran digirin. Em hêza xwe ji Clara, Arîn, Ayşeyan digirin. Welatê ku her roj 3 jin tê kuştin em jî dibêjin piştevaniya jinan dê jinan bide jiyîn. Serhildan ji bo azadiyê ye. Meşa me dê bigheje serkeftinê, Em bi hêvîne û em ê tecrîdê bi dawî bikin."   Piştî axaftinan Pinar Aydinlar derket ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan li ber stranan govend gerandin. Mîtîng bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.