Li Mêrdînê 8’ê Adarê li gel astengiyan bi coş hat pîrozkirin 2021-03-08 15:43:38     MÊRDÎN - Li Mêrdînê 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirn. Jinên bi cilên kurdî li ber deriyê avahiya HDP’ê kombûn li ber  erebane û stranan govend gerandin û 8'ê Adarê pîroz kirin   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad TJA û Melisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Jinan a Şahmaranê de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li ber deriye avahiya HDP’ê bi şahiya hat lidarxistin hat pîrozkirin. Polîsên avahiya HDP’ê dorpêç kirin xwestin şahiyê asteng bikin û diyarkirin ku ewê destûr nedin jimara jinan ji 30’î derbas bibe. Lê girseya jinan israr kir û şahî rexmê astengiyan bi coş hat lidarxistin.   Jinên ku dorpêça polsan şikandin  bi cilên xwe yên kurdî qad tijî kirin. Li ber erbaneyê, bi govend û diruşmeyên “Bijî 8'Adarê”, “Jin jiyan azadî” û “TJA nayê bêdeng kirin” 8'ê Adarê pîroz kirin.    ‘Roj roja me ye’   Parlementera HDP’ê Pero Dundar di şahiyê de axivî û wiha got: “8’ê Adarê roja têkoşîna jin û ciwanan e.  Em jin ne ji bo rojekê ji bo 12 mehan li kolanan e. Em ê li dijî tundî, destdirêjî û qirkirina jinan timî ji qadan bin û têbikoşin. Em ê her roja xwe bikin 8’ê Adarê û têkoşînê mezin bikin. Em ê li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî qetlîaman jiyanê biparêzin. Jin cîhan e, jin welat e. Jin ziman e. Jin xwe zanîn e. Jin strana van welatan e. Em roja jinan û roja rêhevalên xwe yên jin yên di greva birçîbûnê de têdikoşin pîroz dikin. Roj roja têkoşînê ye.”   Şahî bi govend û diruşman bi dawî bû.