Mor Çati: Îro roja têkoşîna me ya femînîst e 2021-03-08 14:14:44     STENBOL - Mor Çati di daxuyaniya ji bo 8'ê Adarê de got 8'ê Adarê li dijî pergala serdest a mêr serî hildide, îro roja têkoşîna me ya femînîst e û û 8'ê Adarê pîroz kir.    Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ji 2020'î heta niha tundiya li dijî jinê zêde bûye û hat gotin ji bo tundiya mêr bi destên dewletê pêk were êriş li Peymana Stenbolê tê kirin.    'Hêza me ji piştevaniya me ya femînîst tê'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin êriş, nefret, dijminatiya li dijî jinê û LGBTİ+'yan bi destên dewletê tê kirin û wiha hat gotin:"Bi pandemiyê re jiyana me ne baş bû. Tevî hemû newekheviyan û êrişan em bi hêz in û hêza me ji piştevaniya me ya femînîst tê.  8'ê Adarê li dijî pergala serdest a mêr serî hildide, îro roja têkoşîna me ya femînîst e."