Li Elkê bi coşeke mezin 8’ê Adarê hat pîrozkirin 2021-03-08 14:09:41     ŞIRNEX - Bi tevlîbûna gelek jinan li navçeya Elkê ya Şirnexê 8'ê Adar hat pîroz kirin.   Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Jinan 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyeke li avahiya HDP'ê ya Elkê pîroz kir. Dayîkên Aşitiyê, Dayîkên Roboskiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan  û bi dehanan jin bi kincên xwe yên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta "Em li hember qirkirina jinê jiyanê li hember tecrîdê azadiyê diparêzin" hat daliqandin.   Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan axivî. Beybûnê, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku ew ê ne tenê îro her roj li qadan bin.   ‘Bi salane em dibêjin ku em jin ji aliyê azadiyê û aşitiyê ne’   Herî dawî aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî. Emîne, jî destnîşanî qirkirin û tundiya li dijî jinan kir û wiha got: “Em 8'ê Adarê di serî de li jinên kurd li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Sala 2020'î bi qirkirina jinê û li dijî vê qirkirinê bi têkoşîna jinan bi dawî bû. Em weke TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê her sal li qadan bûn. Weke tevgera jinan her tim peyamên me zelal bûn.  Bi salane em dibêjin ku em jin aliyê azadî û aşitiyê ne. Em jin ji bo parastina nirxên azadiyê hene. Em li kolanan,li  malan, li taxan û gundan hatin qetil kirin. Lê me bi sekna xwe ya şoreşgerî û helwesta xwe ya têkoşer, her cûreyeke êrîşê têk bir. Her roj  bi dehan jin ji hêla bav, bra û hevserê xwe ve tên kuştin. Li hemberî van kuştinan zimanê îqtîdara AKP'ê vê zilmê meşru dike û pêşiya wê vedike. Îro çima jin tên qetilkirin? Ji ber ku jiyan bi destê jinan hatiye avakirin û afirandin.  Em weke Tevgera Azad dubare dikin û dibêjin ku me  têkoşîna xwe bi Rosayan û Sarayan û yên beriya wan dest pê kir û em ê bi azadiyê bixemilînin. Em ê li her derê cihê xwe bigirin. Em ê li kolanan, taxan,bajaran û gundan têkoşîna xwe mezintir bikin."   ‘Tu hêz nikare li hemberî têkoşîna jinan bisekine’   Emîne, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku jin bi têkoşîna xwe êrîşan têk dibin û wiha pêlda axaftina xwe: “Îsal têkçûna hişmendiya AKP û MHP'ê ye. Me peyama xwe ya têkoşînê weke her sal îsal jî bi mezinkirina têkoşînê da. Bi dirûşma " Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîtê azadiyê"  Em li vir peyama xwe dubare dikin û dibêjin me soz daye nirxên xwe em ê her cûreyê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin. Di roja me ya îro de li ser bedena jinan erdnîgariya me tê tune kirin û xwezaya me tê talankirin. Ew çi bikin bila bikin, em ê nirxên xwe biparêzin. Tu hêz nikare li hemberî têkoşîna jinan bisekine. Em ê çi bikin? Em ê destpêkê de dawiyê li qirkirina jinê bînin."   ‘Di şexsê birêz Ocalan de jin û civak tê tecrîtkirin’   Emîne di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîda li ser birêz Ocalan 22 sal li dû xwe hişt. Birêz Ocalan bi fikrên xwe û felsefeye xwe pêşiya azadiya têkoşîna jinan vekir.  Bi perspektîfa xwe têkoşîna jinan xurtir kir. Em ê jin vê tecrîtê bişkînin. Peyama me ya vê 8'ê Adarê ew e û em dibêjin em ê tecrîtê bişkînin û em ê birêz Ocalan azad bikin. Îro jî Botanê û heta  Stenbolê jin li qadan azadiya birêz Ocalan diqîrin. Em ji Botanê ji birêz Ocalan re slavên xwe dişînin. Di şexsê birêz Ocalan de jin û civak tê tecrîtkirin. Di şexsê birêz Ocalan de êrîşî bedena jinan dikin. Em weke Tevgera jinê dibêjin em ê vê tecrîtê bişkînin û azadiyê pêk bînin."   Piştî axaftinan li jinan qurnafîl hatin belavkirin. Şahî bi girtina govendê û dirûşmên "Jin jiyan azadî” û “Bijî têkoşîna jinan" bi dawî bû.