Jinan bi rengên xwe Qada Îstasyonê xemilandin 2021-03-08 12:47:47     AMED - Mîtînga 8’ê Adarê ya Amedê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” dest pê kir. Jinan bi cil û bergên xwe yên rengîn qadê xemilandin.   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng tê lidarxistin.  Di qada mîtîngê de pankartên wekî “Em li her derê nin, dê serdestiya mêrê têk bibin", "Bijî 8'ê Adarê", "Ji bo azadiya jinan, destpêkê edalet" vekirin. Her wiha dovîzên wekî " Jin jiyan azadî", "Em ê bi berxwedanê serkevin", "bijî berxwedana jinan" bilind kirin. Jinan bi tilîlî û dirûşmeyên xwe yên wekî "Jin jiyan azadî" , "Jinên ciwan dimeşe erd û ezman dihêje" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Her wiha Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP), endamên Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Aktîvîstên TJA'yê, ESP, endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên û gelek rêxistinên sivîl beşdarî mîtîngê bûn.