JIN TV 3 sal e weşanê dike 2021-03-08 12:23:10     Berîtan Canozer    AMED - JIN TV 3 sal e weşanê dike. Jin TV, li dijî polîtîkayên zayendparêz ên medyayê, bi nêrîna jinê weşana xwe didomîne.   JIN TV, di 8'ê Adara 2018'an de bi dirûşma, "Dengê jinê Ruyê jiyanê ye" dest bi weşanê kir.  Jin TV di serî de kurdî bi gelek zimanan weşanê dike û têkoşîna jinan a hevpar bi objektîfa jinê li cîhanê belav dike.    Pêşkêşvana JIN TV Aysel Avesta derbarê weşana JIN TV de nirxandin kir.    'JIN TV gotinên zayendparêz teşhîr dike'   Aysel diyar kir ku wan bi piştevaniya têkoşîna jinê dest bi weşanê kiriye û got ku bi salan e jin li qada çapemeniyê cih digirin. Ayselê anî ziman ku JIN TV ji roja dest bi weşanê kiriye derbarê jinan de bernameyan çêdike û wiha berdewam kir, " JIN TV di tevahiya weşana xwe de gotinên zayendparêz ên di medyayê de tên weşandin teşhîr dike, bi hêza jinê, zimanê jinê, perspektîfên jinê didin, bi çavên jinan bûyerên ku pêk tên di warê dîrokî û civakî de ji civakê re radigihîne. Em jî ji vê têkoşînê hêzê digirin û rêya xwe berdewam dikin. Em ê li her qadê bibin dengê jinan."   'Em bi zimanê jinê bûyeran radigihînin'   Aysel diyar kir ku ew nûçeyan li gorî rastiya jinê û bi zimanê jinê diweşînin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Em gotinên zayendperest û olî yên di medya xweser de jî diguherin û dibin alternatîf. Em dixwazin jin li her devera cîhanê saziyên wekî JIN TV ava bikin. Di 3 salên xwe de JIN TV rengê xwe da nîşandan û bi ser ket. Her roja ku diçe eleqya li hember JIN TV zêde dibe."   'Em hewl didin bibin dengê jinan'   Ayselê diyar kir ku ew di her warî de keda jinê û têkoşîna wê derdixin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em ekranên xwe bi rûyê jinan xweşik dikin û ji derve de jî eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Em di warê weşanê de bi îdia ne. Em bi polîtîkaya xwe ya weşanê dixwazin rê li ber qirkirina jinan bigirin û bibin dengê jinan .Em ê tişta ku jin dijîn di salvegera 3'emîn a  weşana xwe de jî pêk bînin."   'Li her derê têkoşîneke bi nirx heye'   Ayselê diyar kir ku JIN TV 3 sal e bê navber ji bo heqîqetê têkoşînê dide û armanc dikin ku rastiyan derxînin holê. Ayselê got ku divê eleqeya ji bo JIN TV zêdetir be û wiha dawî li axaftina xwe anî, "JIN TV ji ber ku di 8'ê Aadrê de dest bi weşanê kiriye roja destpêka weşana wê jî bi wate ye. 8'ê Adarê roja ku têkoşîna jinê derdikeve lutkeyê ye.  Jin wê rojê daxwaza xwe ya azadiyê bi dengê bilind tînin ziman.  Em tenê ne di 8'ê Adarê de her roj hewl didin ku bi rûhê berxwedanê berneyên xwe pêşkêş bikin. Em ê her roj bi berneyên xwe dengê jinan û têkoşîna wan vebêjin û biînin ser ekranê. Em ê li mala hemû kes û jinên ku azadiyê dixwazin bibin mêvan."