Li Mexmûrê koma 41'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-03-08 12:21:55     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 41’emîn çalakî dewir girt. Çalakiya greva birçîbûnê 82 roj li pêy xwe hişt.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 41’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê 82 roj li pêy xwe hişt.   Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanan hat destpêkirin. Li ser navê koma 41’emîn çalakvan Hêlîn Kara xêr hatina gel kir û got: “Em 8’ê Adarê di serî de li Rêber APO, tevahî jinên kurd, jinên cîhanê û li wargehê pîroz dikin. Armancê çalakiya me ew e ku em Rêber APO fizikî azad bikin û jiyanek serkeftî bi Rêberê xwe re jiyan bikin.  Em sozê didin Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe heya ku em negihijin armanca xwe emê têkoşîna xwe bidomînin û dest ji doza xwe bernedin.”    Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.