ÎHD: Em dev ji têkoşîna xwe ya jinê bernadin 2021-03-08 11:35:00   ENQERE- ÎHD'ê di daxuyaniya têkildarî 8'ê Adarê de wiha got:"Em li vir in, têkoşîna me mîrateya rabirdûya me ye û ew ê bi berpirsiyariya siberojê bidome. Bijî têkoşîna me ya jinê! Bijî 8'ê Adarê."   Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD), têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê jin di 8'ê Adarê de li dijî çewisandina bi hezar salan dengê xwe bilind bikin.    'Em bi newekheviyê rû bi rû tên hiştin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji bo jin mehmkûmî newekheviyê bibin em dizanin ku polîtîkayên mêran didomin. Qadên me yên jiyanê tên tengkirin û em bi newekheviyê rû bi rû tên hiştin. Jin tên binçavkirin û bi lêgerîna tazî rû bi rû tên hiştin. Ji aliyê kesên xwe wekî polîs didin naskirin tên revandin. Li girtîgehan jin bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Her roj li ser jinan komkujî tên kirin. Jin bi tecawizê û kuştinê rû bi rû tên hiştin. Nadira Kadirova li mala parlamenterê AKP'ê kuştî hat dîtin lê têkildarî vê yekê lêpirsîneke berfireh nehat meşandin. Gulîstan Doku hîn nehatiye dîtin û kujerê Îpek Er hîn li derve ye."   'Em ê li dijî zihniyeta desthilatdar bi destên hevdu bigirin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em lutfa ji aliyê îktidara desthildatdar a mêr naxwazin. Têkoşîna me ya ku dixwazin bi tundiyê û alavên mîna aboriyê, siyasî û hiqûqî desteser bikin em ê bidomînin. Me li hember tu tundiyê serî netewand. Em ê li dijî zihniyeta desthilatdar bi destên hevdu bigirin. Em li vir in, têkoşîna me mîrateya rabirdûya me ye û ew ê bi berpirsiyariya siberojê bidome. Bijî têkoşîna me ya jinê! Bijî 8'ê Adarê."