MKGP: Hûn ne bi tenê ne 2021-03-08 11:10:00   AMED - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, ji bo 8'ê Adarê peyamek weşandin û gotin: "Em li vir in, em bi hev re ne, em hene û em ê her tim hebin."    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 8'ê Adarê peyamek weşandin.    Rojnamegerên jin di peyama xwe de wiha gotin: "Ligel qirkirinê jin bi hêz û wêrektiya xwe 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Em li vir in! Kesên ku ji kenê jinê aciz dibin, jinê heqsê malê dikin, dema jin diaxive marjînal dibînin, wekî ‘bêrûmet’ dinirxînîn, li hemberî îqtîdar, cîhana mêr û medyaya mêr rojnamegerên jin tu carî bêdeng nebûn, li ber xwe dan û hewldan ku heqîqetê derxin holê. Em bawer dikin ku dema jin azad bibe dê civak jî azad bibe. Bi pandemiyê re barê jinê bêtir hat girankirin, mafê jinan bêtir hat binpêkirin û kuştina jinan hat meşrûkirin. Em di sala 2020'an de li Arjantinê, Hindistanê, Îzmîrê û Êlihê li hemû deran li gel jinan bûn."   Me ji bo dayika ku li Êlihê hat derpkirin, Îpek, Emîne, Melek, Berjîn, Asya û gelek jinên din kamerayên xwe û penûsa xwe girt destê xwe. Dîroka 8'ê Adarê dîrokeke serhildan û berxwedanê ye. Li hemberî kesên ku roja me tarî dikin em ê 8'ê Adarê bi keskesorê bixemînin û em ê bêjin em li vir in û em bi hev re ne. Em dizanin ku tu carî çîrokên jinan nîvco namînin. Heke jin bixwaze dikare her tiştî biguherîne. Em bi dehan caran bûn şahidê guhartinan û me nûçeyên wan jî çêkirin.    Berxwedan jinê xweşîk dike, cîhanê diguherîne û tişta dikeve ser milê me jî ragihandina wan tiştan bû. Em weke Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê jinên ku jiyana xwe ji dest dane di 8'ê Adarê de bibîrtînin û dibêjin xeyalên wan xeyalên me ne. Ji bo cîhanek xweş em dibêjin hûn ne bi tenê ne. Em têkoşerên ku li dijî taritiyê li ber xwe didin silav dikin."