Ji ronakbîr û hunermendan bi 7 zimanan peyama 8'ê Adarê 2021-03-08 10:19:09   AMED - Komeke jin ku rojnameger û ronakbîr jî di nav wan de hebûn, bi 7 zimanan peyama 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê weşandin.    Komeke jinên ku di nav wan de nivîskar, helbestkar, xwendekar û parêstvanên mafên jinan hebûn derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de peyamek weşandin. Peyam bi zimanê Kurdî zaravayên;Kurmancî û Zazakî, Tirkî,Ingilîzî, Erebî, Rusî, Elmanî û Farisî hat weşandin.     'Jin di her ziman û her rengî de pîroz in'   Di peyamê de hat diyarkirin ku mafên jinan ê jiyanê heye û ev tişt hat gotin: "Em bi biryardarî dibêjin ku jin di her ziman û rengî de pîroz in.  8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz be. Em hêvîdarin ku ev sedsal wê bibe sedsala jinan. 8'ê Adarê li welêt buye rojeke formalîte. Heta ku pêşî li qirkirina jinan û tundiya li wan tê kirin neyê girtin tu wateya pîrozkirina vê rojê bi hin gotinên ku wekî tinazên xwe bikin tune ye. Tu wateya pesindayîna val tune ye."