Ji TAJÊ Û SMJÊ peyama 8'ê Adarê 2021-03-08 09:21:52   ŞENGAL - Ji bo 8'ê Adarê TAJÊ û SMJE daxuyaniyek nivîski dan û gotin: "Di civaka ezidî de jina êzidî di encama têkoşîna bi salan bû xwedî bi îrade û hêz. Jina êzidî zincîrên koletiyê di astekî herî jor de şkandiye û ji bo milletê xwe bûne pêşeng."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyar kirin ku bi rûhê 8'ê adarê dê li dijî pergala desthilatdariyê hêza xwe xurt bikin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:    "Tekoşîna Jinan a hezar salan bûye bingeh ji bo mîsogerkirina jiyaneke azad û civakeke azad. Bi berdêlên giranbûha jinên di dîrokê de mirasek bingehîn ji bo hemû tevger û şoreşgerên jin re hiştin. Bi saya felsefe û birdoziya Rêber Apo jî, îro jin bûye hêza guhertin û veguhertinê.    Bi vî hişmendiyê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, roja 8 Adarê, roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêber Apo, hemû Jinên Şoreşger û Jinên li sernaserê cîhanê pîroz dikin.   Di civaka ezidî de jina êzidî di encama têkoşîna bi salan bû xwedî li îrade û hêz. Jina êzidî zincîrên koletiyê di astekî herî jor de şkandiye û ji bo milletê xwe bûn pêşeng. Bi taybet şerê li dijî çeteyên hov wek DAÎŞ vîn û hêza xwe naskir. Ne tenê di fermana borî de, dema em dîrokê dinêrin jina êzidî bi hebûn û îradeya xwe ligel tim bûye qurbanî jî, lê civaka xwe, çanda xwe her tim parastiye.   Em wek civaka êzidî, jinên êzidî ji pevajoyekî dîrokî re derbas dibin. Ev demeke ku metirsiyên li ser Şengalê di şexsê dewleta faşîst a Tirk de zêdetir dibin. Ne tenê li Şengalê. Li seranserê Kurdistanê û bi taybet qadên rizgarkirî wek Rojava û Şengal, di heman demê de li ser pergala demokratîk û azadiya jin, gef û tehdîtên dewleta Tirk rojane zêdetir dibin. Lê çawa ku jina kurd û jina êzidî li dijî DAÎŞ'ê serketin ew ê li beramberî gefên dewleta Tirk jî stuyê xwe netewînin û bi rûhê 8 Adarê, bi ruhe hemû têkoşer û şoreşgerên jin ku di nav dîrokê de ji bo azadiyê û wekheviyê canê xwe feda kirin, ber xwe bidin û tekoşîna azadiyê bilindtir bikin. Bi vî awayî serkeftinê mîsoger bikin.    Li ser vê esasê wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, erka xwe dibînin ku her roj bi ruhê 8 Adarê û bi taybet bi ruhe serkeftina Garê tevbigerin. Şkandina pergala desthiladar tenê bi vîn û hêza jinan pêkan e. Ji bo vê jî em dibêjin jin jiyanê û jiyan jî azad e."