Dayikên Aştiyê: Em rêbertiya xwe dixwazin 2021-03-08 09:10:01   ENQERE - Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe li her derê çalakî didomin. Dayikên Aştiyê ji Enqereyê bang kirin û diyar kirin ku bila êdî Rêbertiya wan di nav wan de be û her wiha bang kirin ku divê her kes ji bo rakirina tecrîdê rabe ser piyan.   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de tê girtin, ligel ku bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike jî ji mafên qanûnî yên esas jî sûdê nagire. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca tecrîd rabe dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî vê li hemû girtîgehan grev hatibûn destpêkirin. Piştî 8 salan Abdullah Ocalan di 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû. Di 2 û 22’ê Gulanê de, di 12 û 18’ê Hezîranê û herî dawî di 7’ê Tebaxê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk neanîbû 21 sal şûnde di 28’ê Nîsana 2020’î de bi malbatê re hevdîtina bi telefonê pêk anîbû.   102 roje ji bo tecrîdê di grevê de ne   Ji bo pergala tecrîdê ku êdî bûye wek polîtîkayekê bê rakirin, di serî de Kurd û gelek kes di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her derê cîhanê çalakiyan pêk tînin. Herî dawî jî li girtîgehên Tirkiye û herêmê girtiyên siyasî bi armanca rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê jî diyar kir ku divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.   ‘Bi girtina rêbertiya me zilmê li me dikin’   Dayika Aştiyê Hatîce Ay: “Ne aştî heye ne wekhevî. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bê rakirin. Di rewşa tecrîd rabe wê hem girtîgeh û hem jî ew rehet bin. Kengî tecrîd rabe wê aştî û wekhevî jî pêk bê. Bi girtina Rêberê me zilmê li me dikin. Her tişt girêdayê tecrîdê ye. Em dayik aştiyê dixwazin. Ji bo rakirina tecrîdê jî divê gel rabe ser piyan.”   ‘Em rêbertiya xwe dixwazin’   Dayika Aştiyê Kadriye Ozkan jî daxuyakirin ku divê tecrîd bê rakirin û wiha pê de çû: “Em aştiyê dixwazin. 20 sal zêdeye li ser rêberê me Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Di rewşa tecrîd rabe de wê aştî jî bê. Ji bo rakirina tecrîdê divê gel rabe ser piyan. Divê her kes ji bo Rêbertiyê rabe ser piyan. Girtiyan dest bi grevê kirin. Rêbertiya me azad bibe wê aştî jî pêk bê. Em divê bibin dengê girtiyan û piştgiriyê bidin. Destura hevdîtinên bi Rêbertiyê re nayên dayîn. Em Rêbertiya xwe dixwazin bila azad bikin.”   “Hemû Kurd di bin tecrîdê de ne’   Nezahat Yaşar jî bertek nîşanê tecrîdê da û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 22 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gel û girtiyan tê meşandin. Girtî ji bo tecrîd rabe di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Êdî bes e. Ji ber ji Kurdan ditirsin tecrîdê dimeşînin. Hemû Kurd di bin tecrîdê de ne. Em vê qebûl nakin. Dewlet ji pêşengên Kurdan ditirsin. Divê dîwarên tirsê bên rakirin û şikandin. Bila kes netirse. Kurd tu car netirsiyan. Em bibin yek wê tecrîd jî rabe. Her wiha yekitiya neteweyî gelek girînge û divê êdî pêk bê.”