Jineke enternasyonalîst Nûjîn: Helwesta navneteweyî ji bo Rojava pêwîst e 2021-03-08 09:07:08   Sorgul Şêxo   HESEKÊ -  Endama Akademiya Jineolojî Enternasyonalîst Nûjîn Derya ya ku ji zaroktiyê de di pergala ku li welatê wê dihate meşandin, ferq û cûdahiya di navbera her dû zayendan û nebûna têkoşîneke hevpar a jinan, jê bi guman bû. Ber bi warê jinan ango Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve hat. Ew tiştên ku li welatê xwe bi hesret bû li Rojavayê dît.    Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku xwe bêtir bi rengê jin, têkoşîn û berxwedanê xwe da der û li cîhanê dengekî bilind belav bû, bû sedem ku gelek jin ji gelek welatan tevlî şoreşa jinan bibin. Jinên ku tevlî şoreşê bûn û di nava têkoşînê de cih girtin, tecrûbeyên jinan li welatên xwe parve kirin. Di bingeh de şoreşa jinên Rojava bû mîras û malê hemû jinên cîhanê. Endama Akedemiya Jineolojî Enternasyonalîst Nûjîn Deriya a ku piştî dengvedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ber bi warê jinên têkoşer û berxwedêr ve kete rê. Nûjîn bi eslê xwe alman e, rêwîtiya jiyana xwe, ferq û cûdahiya sîstem û pergala li welatê xwe û Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din bi ajansa me re parve kir.   'Piştî hîskirina mijarên şaş ez ketim peyî lêgerîna rastiyê'   Nûjîn di destpêka axaftina xwe de behsa rêwîtiya jiyan û dîtina pergala welatê xwe wiha parve kir: "Ez li Almanyayê mezin bûm û min li wir pêvajoyên xwendina xwe temam kir. Min hîs dikir ku li welatê min pergala heyî de pergaleke kapîtalîst û dewletî ye, ji lewra ez ji vê pergalê gelekî bi gûman bûm û di zihnê min de gelek pirsnîşan çêdibûn. Helbet dema ku mirov di pêvajoya zaroktiyê de be, dibîne ku di sîstemê de hinek tiştên şaş hene. Wekî mijarên needaletî, ferqa di navbera dewlemend û belengazan de, desthildarî û tundiya li dijî jinan heye. Lê tam fam nake ku çima şaş e û di wê kûrahiyê de fikrandinek çênabe. Lê piştî hîskirina ewqase mijarên şaş, ez ketim peyî lêgerîna rastiyê û rêbazên çareseriya wan."   'Têrê nedikir, ji ber bingeh zeyîf bû'   Nûjînê daxuya kirin ku çalakiyên li welatê wan ku dihate li dar xistin, têrê nedikir ku hişmendiyê û sîstema heyî biguherîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ez her tim difikirim û herî dawiyê jî ez tevlî nava komên feminist ên girêdayî têkoşîna anarşîst û têkoşîna ekolojîst bûm. Li welatê xwe me her çalakî li dar dixistin û kombûyînên jinan çêdikir, ev yek jî li rex dayina perwerdê bû. Me dixwest ku derveyî pergala dewletê ya heyî, devereke jinan hebe ku tenê ji bo perwerdekirina xwe ava bikin, ji ber perwerde bingeha jiyanê ye. Lê her car jî dema ku me çalakiyên jinan li dar dixistin, min hîs kir ku ev tenê ji bo jinan li welatê me têrê nake. Gelek jinan dixwestin ku pergalê û hinek zagon û mijarên ku pê civak dane qebûlkirin, biguherînin, lê ew hêz nebû. Jin di guhertina civakê û sîstemê de xwedî proje û alternatîfan bûn, lê ji ber nesaxlemiya bingeh de ew proje dirûxuyan."   'Şoreşa Rojava û serkeftina Kobanê jêderên hêzê ne'   Nûjînê got ku wê ji ewqase tecrûbeyên welatê xwe encamek derxist û ber bi warê jinan ve kete rê û wiha pêl da gotina xwe: "Demê ku mirov bi rastî dixwaze di civakê de tiştekî biguhere û pergaleke ku li ser bingeha civakeke azad ava bike, pêwîstî pê heye ku di girtina hinek mijaran de cidiyet hebe. Ji lewra tenê gotin têrê nake, pêwîstî bi piratîk, piştgirî û ji hinek pirsgirêkdan re riyên çareseriyê dîtin, heye. Ji ber vê yekê jî ez gelekî bi şans bûm ku min tevgera azadiya Kurdistanê nas kir, taybet di aliyê fikirandin û piratîka wê de. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, serkeftina Kobanê li dijî DAIŞ'ê ji bo min wekî jineke enternasyonalîst gavên dîrokî û jêdera hêz û baweriyê ye. Ji ber wê di Şoreşa Rojava de min cihê xwe di xebatên hûnerî de girt û ber bi gundê Jinwar û Akademiya Jineolojî ve hatim."   'Bi bîrdoziyeke hevpar her tişt li Rojava pêkan e'   Nûjînê da zanîn ku yek ji ew xalên ku di Şoreşa Rojava de dît û bala wê kişand rêxistinbûyîna jinan e û wiha domand: "Yek ji ew tiştên ku em li welatê xwe bi hesreta wê bûn, niha li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin û jiyankirin ew jî rêxistina jinan e. Ji ber ku dema jin li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirîbin, bê gûman hêzek nenormal derdikeve holê. Li Almaniyayê min gelek jin dîtin ku dixwestin têkoşîn bikin û tiştekî ava bikin, lê ji ber ku rêxistina wan zeyîf bû, armanceke baş nedihate girtin. Lê li vir jin bi xwe şoreşeke û dikare ku şoreşan ava bike û birêve bibe. Li Almaniyayê gelek komên jinan hene, lê di aliyê fikrê hev dû de gelek caran jî pevçûnên pir cidî rû didan. Demê ku rêxistinbûyîn, fikir, bîrdozî û felsefeyeke hevpar hebe her tişt pêkane. Bi felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, bingehekî pir xurt ava bûye. Di heman wextê de jî ya herî esas piratîka jiyanê ye û li hember pirsgirêkan dîtina rêbazên çareseriyê ye."   'Rêxistina jinan xurt e, ji ber wê êrîş encam nagirin'   Nûjîn di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku li ser sîstema jinan tê kirin û wiha pêde çû: "Li hember ew qas destkeftiyên şoreşê ku bi ked, têkoşîn û berxwedana jinên wêrek pêk hatiye, her rastî êrîşan tê. Lê ji ber ku rêxistinbûyîna jinan li vir xurt e, bingehekî wê yê saxlem û fikrekî hevpar heye, hemû êrîş jî encamê xwe nagrin. Ji ber wê jin li Rojava û di nava êrîşan de wekî kaniyê ye, her diherike li tu deverê nasekine. Jin li aliyekî têdikoşer û afrîner in, li aliyê din jî jiyaneke nû tevî êrîşên heyî ava dikin."   'Her roj 8'ê Adarê ye'   Nûjîn di Roja Jinên Cîhanê de jî derbarê Şoreşa jinên Rojava de ev yek anî ziman: "Roja 8'ê Adarê rojeke girîng û dîrokî ye. Di vê rojê de tê zanîn û xuyakirin ku jin li tevahî cîhanê li dijî dewlet û sîstema wê radibin ser piyan. Her wiha ji bo azadiyê jin di her kêliyê de di nava berxwedanê de ne û li qadan in. Di bingeh de ne tenê 8'ê Adarê her roj 8'ê Adarê ye, ji ber derketina jinan bi hev re hêzdayina hev dû ye. Ez bi hêvî me ku em wekî jin bi pirrengî, ked, mejî û fikrandinên xwe, dest ji jiyana rihet û normal berdin û ji bo civakeke azad û serbixwe têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bikaribin bi hev re destkeftiyên jinan biparêzin û bikin malê hemû jinên cîhanê."   'Helwesteke jinan a navneteweyî ji bo Rojava pêwîst e'   Nûjîn bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em rêxistina xwe xurt bikin, wê tu êrîş nikaribin ku armancên xwe pêk bînin. Pêwîste ku em wekî jinên cîhanê bi hev re bi helwesteke hevpar bêjin ku em yek in, tu êrîşan qebûl nakin. Wê demê wê bandoreke pir mezin jî hebe. Em ê nehêlin ku şoreşa Rojava têk biçe û jin û civak tevahî bê hêvî bimînin. Rêxistineke navneteweyî pêwîste dike ku em bikaribin, Şoreşa Rojava ku ji tevahî jinên cîhanê re bûye jêdera hêvî û hêzê, biparêzin. Di heman demê de têkoşîna rojan e gelekî pêwîste dike. Ez 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim, di vê rojê de jî têkoşîneke pir mezin pêwîst dike, ji ber wê jî em ê bi hev re têdikoşin."