'Ji ber êrişan em nikarin 8'ê Adarê pîroz bikin' 2021-03-08 09:01:28   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jinên li Navçeya Til Temirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin êrişan de dan zanîn ku ew dixwazin dewleta tirk ji ser axa wan biçe û wiha gotin:"Ji ber êrişan em nikarin 8'ê Adarê pîroz bikin û ber bi 8'ê Adarê ve jin dîsa bi tundiyê rû bi rû dimînin. Em dixwazin tundî û şer bi dawî bibe û jin bi awayekî azad û wekhev bijîn."   Jinên ji Gundê Gozeliyê û Til El-Le yên Til Temira Kantona Hesekê yên bi bin êrişan de têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê axivîn. Jinên di bin êrişan de 8'ê Adarê pîroz bikin gotin çi dibe bila bibe ew ê dev ji gundê xwe bernedin.    'Ji ber êrişan em nikarin 8'ê Adarê pîroz bikin'   Gotna El-Merî ya 40 sal in li gundê Gozeliyê, tevî 4 zarokên xwe dijî wiha got:"Berê min tevî malbata xwe ev roj li gorî taybetmendiyên xwe û yên gundan pîroz dikir. Em bi hev re li Çiyayê Kizwanan diçûn seyranê. Berê me tama jiyanê û cejnê hîs dikir, lê piştî ku dewleta tirk axa me dagir kir û pirsgirêkên jiyanî û ewlehiyê derketin, rewş guherî. Li kêleka pirsgirêkên wekî nan, ceyran û avê, têkiliyên me yên civakî jî pir kêm bûye. Di saetên êvarî de ji ber reşandina guleyan em nikarin biçin gel cîranên xwe û nîqaş bikin. Ev wê bibe du sal me cejin pîroz nekiriye, yek ji sedemên wê dagirkeriya dewleta tirk e. Ruxmî ku 8'ê Adarê roja jinên cîhanê ye, lê heya niha jî em rastî şîdet, adetên civakî û şer tên. Taybetmendiyên jinê yên hezkirina aştî û wekheviyê hene. Lê ji şerê ku xuya dike, tu hêz aştiyê naxwazin û li hember jin û zarokan êrîşan pêk tînin."   'Bi rawestandina şer û bidawîkirina dagirkeriyê aştî pêkan e'   Gotnayê bi dilekî şewat û li hemberî vî şerî daxwaza xwe wiha vegot: "Bi hebûna dewleta tirk a dagirker, em baş dizanin ku aştî tune ye. Mafê me ye ku em li ser axa xwe bijîn lê bi hebûna dewleta tirk pir zehmet dibe. Ez dirûnkar bûm lê ji ber êrîşan min dest jê berda. Da ku şer û êrîş rawestin û aştî pêk were, di serî de pêwîst e ku dewleta tirk ji ser axa me biçe."   'Ji siya mala xwe zêdetir tiştekî din naxwazim'   Nûra Xidir hest û daxwazên xwe wiha vegot: "Jana koçberiyê roj bi roj mezin dibe û bandorê li tenduristiya min dike. Ez dilgiran im ji bo koçberiya xwe û bi boneya 8'ê Adarê roja jinên cîhanê, ez dixwazim ku vegerim li ser axa xwe. Em ji koçberiyê westiyan. Vegera me ya war û strageha me, dermanê hemû nexweşî û janên me ye. Dewlet berjewendiyên xwe di ser berjwendiyên gel re digire, lewre heger aniha jin, zarok ango kal û pîr tên qetilkirin wîjdanê mirovahiyê naheje. Em jî xwedî maf in, mafê me ye ku em bijîn û vegerin ser axa xwe. Nabe ku em di hundirê welatê xwe de koçber bin. Em li ber siya mala xwe jî bijîn, em razî ne, lê tenê daxwaza me derketina dagirkeran e. Em tenê siya mala xwe dixwazin, derveyî wê ti daxwazeke me tune ye. Cejna me vegera gundê me ye."   'Derketina wan, ronîkirina pêşeroja zarokên me ne'   Meha Sedam a ku ji gundê Til El-Lebenê ye, hêvî û daxwazên xwe yên di derbarê 8'ê Adarê de wiha bi lêv kir: "Ji ber ku niha şer li her devera Sûriyeyê û li gel me jî heye, daxwaza min a destpêkê û dawî jî serwerbûna aşîtiyê ye. Dewleta tirk bi dagirkirina axa me bandor li pêşeroja zarokên me û perwerdekirina wan kiriye. Ez bi hêvî me ku di vê cejnê de dagirker xaka me vala bikin, da ku em bikaribin zarokên xwe bidin jiyankirin û perwerdekirin. Derketina dewleta tirk û çeteyên wê, ronîkirina pêşeroja zarokên me ne."