ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'Î 2021-03-08 09:00:00   *Jinên li Navçeya Til Temirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin êrişan de dan zanîn ku ew dixwazin dewleta tirk ji ser axa wan biçe û wiha gotin:"Ji ber êrişan em nikarin 8'ê Adarê pîroz bikin û ber bi 8'ê Adarê ve jin dîsa bi tundiyê rû bi rû dimînin. Em dixwazin tundî û şer bi dawî bibe û jin bi awayekî azad û wekhev bijîn." DÎMEN HEYE   * Endama Akademiya Jineolojî Enternasyonalîst Nûjîn Derya ya ku ji zaroktiyê de di pergala ku li welatê wê dihate meşandin, ferq û cûdahiya di navbera her dû zayendan û nebûna têkoşîneke hevpar a jinan, jê bi guman bû. Ber bi warê jinan ango Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve hat. Ew tiştên ku li welatê xwe bi hesret bû li Rojavayê dît.  BI DÎMEN    *Eren Keskîn bi têkoşîna xwe her kesî heyran dihêle. Ligel ku evqas tişt jiyaye lê dîsa dest ji têkoşînê berneda. Ya wê şerê mirovahiyê ya li dijî pergalê bû... BI DÎMEN    *Yek ji kesên der barê wê de fezleke hatiye amadekirin, Fatma Kurtulan ya HDP’î ye. Fatma da zanîn ku daraz di rewşeke ku gunehê mirovan pê tê de ye û wiha got: “Me gelek caran dît ku ev rêbaz vala derketine. Em nizanin wê çawa be, lê em di vir de zelal in: Ev rêbaz ne rêbaze.” BI DÎMEN   *Kovara Jîneolojiyê ya bi armanca ji krîzên civakî re bibe bersiv derket rê, 6 salî ye. Endama Lijneya Weşana Kovarê Aycan Dîrîl wiha got: “Em xebatên xwe yên zanînê bi jîneolojiyê re ji nûve digirin dest. Wek qadên estetîk, aborî, ekolojî, demografî, polîtîka, perwerde, dîrok û tenduristiyê, bi nêrîna jîneolojîk li krîzên civakî re dibin bersiv.”   *Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe li her derê çalakî didomin. Dayikên Aştiyê ji Enqereyê bang kirin û diyar kirin ku bila êdî Rêbertiya wan di nav wan de be û her wiha bang kirin ku divê her kes ji bo rakirina tecrîdê rabe ser piyan. BI DÎMEN     * Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak têkildarê 8’ê Adarê de diyar kir ku ligel astengiya polîsan dîsa jin bi wêrektî li qadan bûn û got: "Me gihand gelek jinan û ew jin jî ji me re bûn jêderka hêzê. Em ê bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe bidomînin."  BI DÎMEN    * Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Elkê şahiyê tê lidarxistin. (13.00) BI DÎMEN     * Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP), îro li Qada Îstasyonê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” mîtîng bê lidarxistin. (13.00 -17.00) BI DÎMEN    * TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Parqa Mûsa Anter a Wanê mîtîngek li dar dixe. (11.00-13.00) BI DÎMEN    **TJA wê şahiya 8'ê Adarê li ber deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN    *Li Enqerê çalakiya 8'ê Adarê li Qada Sakaryayê tê pîrozkirin. (14.30) BI DÎMEN    * 15'emîn Meşa Şevê ya Femînist li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê pêk bê. (18.00) BI DÎMEN