Li Amedê ji bo grevên birçîbûnê meş hat lidarxistin 2021-03-08 08:56:46   AMED - Li navçeya Rezanê bi peşengiya Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê jin hatin gel hev, beriya 8’ê Adarê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya jinên di grevê de silav kirin.   Li taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezanê ya Amedê, jinên bi pêşengiya Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hatin gel hev meş li dar xistin. Di meşê de jinan bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya jinên di grevê de silav kirin.   Di meşê de jinan dirûşmên mîna “Bijî Têkoşîna Jina” “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.