Banga tevlibûna mîtînga Amedê hat kirin 2021-03-07 16:37:36     AMED - TJA'yê beriya mîtînga 8'ê Adarê ku wê sibe li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixwe li gelek navçeyan broşûr belav kirin û jin vexwendin mîtîngê.   Tevgera Jinên Azad (TJA) wê sibe bi dirûşma, "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî terîdê azadiyê diparêzin" li Qada Îstasyona Amedê mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. TJA'yê beriya Mîtîngê li navçeyên Yenîşehir, Rêzan, Peyas û Farqînê broşûr belavkirin û jin vexwendin mîtîngê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Dêrsim Dag ve Semra Guzel tevlî xebatan bûn.