Platforma Jinan a KESK'ê şahî li dar xist 2021-03-07 15:04:31     AMED - Platforma Jinan a KESK’ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de bi jinan re şahiyek li dar xist. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Senê ya Amedê Zuhal Sezer axivî û wiha got: "Gelek gotinên me û hêza me ya ji bo guhertinê heye."   Ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re rojek ma. Ber bi 8’ê Adarê jin bi coş û kelecanin. Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de endamên Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Şaxa Jimara 2 a Egîtîm Senê ya Amedê şahiyek li dar xist.  Şahî bi tevlibûna gelek jin û zarokan ligel Koma muzîkê ya Jinan a Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat.    Di destpêkê de Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Senê ya Amedê Zuhal Sezer axivî û diyar kir ku îro kombûna jinan li vêderê  nîşaneya hêza wan e û wiha got: "Ji bo ku jin dakevin qadan gelek sedemên wan hene. Îro jî em bi hêz û coşa xwe li vir in û em ê hertim li qadan bin. Gelek gotinên me ku em bibêjin û hêza me ya ji bo guhertinê heye."   Pîştî axaftina Zuhalê Koma muzîkê ya Jinan a Egîtîm Senê ya Amedê bi awaz û rengên xwe jin mest kirin. Jinan li gel tîlîlîyên xwe govend gerandin. Şahî bi govend û stranan hat berdewamkirin.