Ji Helîme Topuz a di bin çavan de peyama 8'ê Adarê 2021-03-07 14:40:37     AMED - Rêvebera MEBYA DER'ê Halîme Topuz a ku di bin çavan de tê girtin, bi peyama ku bi rêya parêzerên xwe ji derve re şand 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir.   Rêvebera Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Helîme Topuz ku di encama serdegirtina duemîn a komeleya xwe de hat binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand û 8'ê Aarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.   'Bijî jinên azad'   Helîme di peyama xwe de wiha got, "Em dayikên roj û hêviyê ne. Em jinên azad ên kedkar in. Em jinên ku 5 hezar sal e li dijî pargala mêr têkoşînê didin û li ser piyan mane ne.Bijî jinên azad. Em di bin çavan jî de bin em ê berxwedana xwe bidomînin û bijîn.  Bi vê minasebetê ez 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim."