Jinên li mexmûrê di grevê de 8’ê Adar’ê piroz kirin 2021-03-07 12:45:33     MEXMÛR -  Jinên ku li Wargeha Mexmurê di çalakiya greva biçîbunê dene li ser  tecrîta giran kirî û 8’ê Adar’ê gotin:”Heta tecrîta li ser Rêberê me bi dawî nebe û em wî di nav xwe de ne bînin em dest çalakiya xwe bernadin.”   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî bi koma 40’emîn di roja 81’mînde berdewam dike. Jinên di vê komê de ji ajansa me re hest û nêrînên xwe yên derbarê tecrîd û 8'ê Adarê de anîn ziman.     ‘Ji bo jinan hemu roj 8’ê Adarê ne’   Ji jinan Medîne Kara ya ku tevlî greva birçîbunê bûye bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha got:” Di destpêkê de ez 8’ê Adar’ê li tevahî jinên cîhanê û jinên kurd ku li ser xeta Serokatî dimeşin pîroz dikim. Bi hêviya ku hemu roj ji bo jinan bibin xweşî û bi coşa 8’ê Adar’ê jin bijîn. Çalakiya ku me dayî destpêkirin ji bo azadiya Serok Apo ye ku em dixwazin wî di nav xwe de bibînin. Tişta dikeve ser milên kesên li wargehê ew e ku çi dibe bila bibe em ê pêk bînin û hertim kom bi kom çalakiya xwe bidomînin. Tevahî jinên cîhanê divê rabin ser piyan, bêjin bese kolatî, bese zilim, bese zordarî û bibêjin bila jin azad bin. Ez 8’ê Adar’ê dubare li Rêber Apo pîroz dikim.”   ‘Armanca me azadiya Rêber Apo ye’   Jina ciwan Nalîn Kara jî wiha got:” Ez weke jineke ciwan a li wargehê 8’ê Adarê destpêkê li Rêber Apo, jinên kedkar ên cîhanê, li gerillayan, girtiyên zindanan yên azadî xwez û li tevahî jinên şoreşger pîroz dikim. Em jî dixwazin xwedî li destkeftiyên ku Rêbertî bi me dane qezençkirin,doza ku şehîdên me ji me re mîras hiştiye derkevin û  bigihên armanca wê heta ku jin hemû azad bibin.  Weke şêniyên wargehê ev nêzî sê mehan e me çalakiya greva birçîbunê daye destpê kirin. Ji ber ku ev du sale bi tu şêweyan hevdîtin bi Rêber Apo re ne hatiye kirin. Ji bo vê yekê me jî greva birçîbunê daye destpêkirin û armanca me ya sereke ew e ku em bi Rêber Apo re azad bijîn. Heta ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de  bînin em dest ji çalakî û tekoşîna xwe bernadin û wê her berdewam bike.”