Li Xanesor û Tilizê belavokên 8'ê Adarê hatin belavkirin 2021-03-07 12:26:20     ŞENGAL - Jinên êzidî ji bo 8'ê Adarê bi cilên xwe yên gelekî û bi erbaneyên xwe li taxên Xanesor û Tilizêr belavok belav kirin. Banga tevlîbûna şahiya Geliyê Kersê kirin.    Ev hefteyeke jinan bê navber li Şengalê zend û bendên xwe badan û amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Jinan hema bêje tax bi tax li tevahî gund û navçeyên Şengalê çalakiyên cuda li dar xistin. Îro jî li bajaroka Xanesor û gundê Tilizêr ên Şengalê jin bi cilên xwe yên gelerî û erbaneyan belavok belavkirin. Jinan bi belavokan banga tevlîbûna şahiya 8’ê Adarê ya ku li Geliyê Kersê were lidarxistin kirin.