Meclîsa Jinan a Pêşketî: Em ê qada Îstasyonê bixemilînin 2021-03-07 09:06:40     Gulîstan Azak   AMED - Ji Meclîsa Jinan a Pêşketî Zîlan Oklav banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê kir û got: “Li dijî binpêkirina ked û beden, qirkirina jinê, êrîşên li hember destkeftiyan, em gotinên xwe bikin yek û em ê Qada Îstasyonê bixemilînin.”   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiye diparêzin’ wê di 8’ê Adarê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li qada Îstasyonê saet di 13.00’an de mîtîngek dê bê lidarxistin. Jinên xebatên mîtîngê didomin, ji bo carek din tên gel hev bi kelecanin.   ‘Em ê bi gotin û serildana hevpar dîsa bên gel hev’   Ji Meclîsa Jinan a Pêşketî Zîlan Oklav diyar kir ku ji ber mêr û alîgirên wan her roj jin kêm dibin, mafên wan tên binpêkirin û ev tişt got: “Ji ber vê wê jin li qadên 8’ê Adarê bi gotina ‘gotin û serhildana hevpar’ bên gel hev. Her roj em kêm dibin. Ji ber vê serhildana me mezine. Di salekê de em gelek hatin binpêkirin. Ji bo dengê jinan neyê bihistin pandemî kirin hincet û derî hatin girtin. Jinên li her qadê têkoşîn didan, bi şîdeta mêr û patronan re hatin rû hev. Yên ewil ji kar hatin avêtin dîsa jin bûn. Li dijî zextan serhildana me mezin bû. Me jinan herî zêde bêriya hev kiriye. Ji ber vê jî em ê barên li ser milê xwe parve bikin. Em ê çareseriyên pisgirêkan biaxivin.”   ‘Ji 1857’an heta niha tiştek neguheriye’   Zîlanê destnîşan ku ji sala 1857’an heta niha ku 129 karker hatibûn şewitandin heta niha tu tişt neguheriye û ji ber vê jî wê li qadên 8’ê Adarê hesabên hemû rojan bipirsin. Zîlanê wiha berdewam kir: “Hema hema du sedsal derbas bûye. Têkoşîna jinên wê rojê îro jî didome. Jin hîna li dijî binpêkirinê têdikoşin û ji aliyê mêran ve tên qetilkkirin. Em jin wê hesabê binpêkirinê, qetilkirinê wê rojê bipirsin.”   ‘Em ê sedema edeleta nayê jî bipirsin’   Zîlanê balkişand ser Gulîstan Doku ku saleke agahî jê nayê girtin û wiha got: “Em ê aqûbeta wê biprisin. Em ê sedema edeleta ji bo Îpek Er nayê bipirsin. Em ê li dijî pêkanînên li hember Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 bipirsin. Em ê sedema bêcezabûna kujerên jinan bipirsin. Em ê hesabê krîza tenduristiyê ya li ser milê jinan hatiye barkirin bipirsin.”   ‘Em ê bi hezaran jin bên gel hev’   Zîlanê di awiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê wek Meclîsa Jinên Pêşketî di mîtîna DAKP’ê de cihê xwe bigirin û wiha dawî lê anî: “Em bi kelecanin. Em ê bi Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, û rêxistinên jinan li qadê bi hezaran jinî re bên gel hev. Em hemû hevalên xwe saet di 12’an de dipên mîtîngê.”