ROJEVA 7'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-07 09:00:00     *Bîrgûl bi sala ne dirûnkariyê dike, da zanîn ku çend eleqeya dirûna cil û bergan ji ber qeyrana aboriyê û pandemiyê kêmbûye jî jin bi coş û heyecanek mezin amadekeriyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Bîrgul, da zanîn ku dê li qadan xwedî li keda xwe derkevin. BI DÎMEN    *Çîroka wê di 17 salî de dest pê dike. S. ku em ji ber ewlehiyê nikarin navê wê bidin di 17 salî de bi tecawizê rê rûbidû dimîne û piştre dibêje "Ez dikarim çawa têbikoşim" û dikeve nava lêgerînan. BI DÎMEN    *Hevseroka Giştî ya dema berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku desthilatdarî hebûna xwe, bi şîdeta li ser jinê didomîne û ev bang li jinan kir: “Em bi rih û hêza 8’ê Adarê, ji bo jin, jiyan û azadiyên bên gel hev.”   *Dayika Serhat Yildirim ê ku di Girtîgeha Osmaniyê ya Turkoglu de tê girtin Sultan Yildirim diyar kir ku îşkence û tecrîd li Serhat ê di gireva birçîbûnê de ye tê kirin û wiha got: "Êdî sebra me qediya. Zarokên me li dijî tecrîdê dikevin greva birçîbûnê vê carê ji bo ku ketine grevê rastî nêzîkatiyên qirêj tên. Bila herkes berpirsyariya xwe bîne cih û dengê xwe ji bo wan bilind bike." BI DÎMEN    *Ji Meclîsa Jinan a Pêşketî Zîlan Oklav banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê kir û got: “Li dijî binpêkirina ked û beden, qirkirina jinê, êrîşên li hember destkeftiyan, em gotinên xwe bikin yek û em ê Qada Îstasyonê bixemilînin.” BI DÎMEN    *Berdevka ICAVI Rouhî Shafîî diyar kir ku li Îranê di 1979’an de bê laçik tevlî 8’ê Adarê bûne û got: “Çima me îraniyan şaşiyek wisa mezin û dîrokî kir û rejimeke îslamî anî dinê? Gelo çima gelên Tirkiyeyê destur dan ku desthilatdariyeke welat ji rê derxistiye bê serî û evqas dirêj bimîne.”   *Platforma Jinan a KESK'ê li Şaxa Jimara 2 a Egîtîm Senê ya Amedê, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de wê şahî li dar bixe. (13:00-16:00) BI DÎMEN