Li Kadikoyê qêrîna jinan ‘Em ê azadiyê qezenc bikin‘ 2021-03-06 19:21:56   STENBOL - Bi tevlîbûna bi hezaran jinan li Kadikoya Stenbolê jin bi dirûşma “Em ê azadiya xwe qezenc bikin” kom bûn.   Hevdîtina mezin a jinan a bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi şîara “Em ê azadiya xwe qezenc bikin” li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê ya li Kadikoyê pêk hat. Li gel astengiya polîsan jin ber bi qadêve herikin.   Jinên HDP û HDK’ê jî, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Jin wê êdî bêdeng nemînin” li qadê cih xwe girtin. Polîsan xwestin berzkirina dirûşmeyên jinan asteng bikin, lê vê carê jî jinan bi lêxistina erbaneyan û tilîliyan bersiv dan polîsan.   Jin bi kincên xwe yên reng bi reng, pankartên xwe yên daxwazên xwe li ser nivîsandibûn û dowîzan li qadê cih xwe girtin. Piştre daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi kurdî, tirkî û erebî hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser bandora pandemiyê ya li ser jinê, kedxwariya li hemberî jinê û êrişên li hemberî jinê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “100 roj in grevên birçîbûnê didomin. Em jî bibin denge wan û bi hewldanên xwe piştewaniyê mezin bikin. Bi sala ne em jin li dijî bêkarî, kedxwarî, şîdeta dewlet-mêr, xespkirina vînê, bêedaletiyê em li qada bûn. Ji bo azadiya xwe bi dest bixin û xwe bi parêzin hem di 8’ê Adarê de û hem jî her roj li qadan bin.”   Hevdîtina jinan bi govend gerandinê bi dawî bû.