MED TUHAD-FED'ê di roja 100'î ya grevê de daxuyanî da 2021-03-06 13:03:33   AMED - MED TUHAD - FED'ê têkildarî greva birçîbûnê ya ku îro di roja 100'emîn de berdewam e û zagona înfazê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da.   Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED), têkîldarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û zagona înfazê li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla rêveberê MED TUHAD-FED'ê Ahmet Oguz be hate xwendin.   ‘Binpêkirina mafên girtiyan hatiye lûtkeyek jor’   Ahmet bal kişand li ser çalakiya grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Binpêkirinên mafên girtiyan guherîye awayekî asayî û polîtîkayên bêcezahiştinê jî didomin. Lê belê em tevî van pêvajoyan wek rêxistinên sîvîl dê wan binpêkirinan bînin zîmên. Polîtîkaya tecrîdê ku bi taybetî li ser girava îmraliyê tê meşandin li gelek girtîgehan jî berdewam dike.”   'Lêgerînên tazî berdewam dike'   Ahmet diyar kir ku ji girtiyan re muameleyek bi kêfî tê kirin û axaftina xwe  wiha berdewam kir: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin û înfaza wan hatiye sekinandin. Di bin navê ewlehiyê de gelek girtî hatine sirgûnkirin. Her wiha girtî sirgûnê bajarê dûr tên kirin û bi vî awayî bi malbatên xwe re zûtir nikarin hevdîtinê pêk bînin. Ango mafên girtiyan a bingehîn tê binpêkirin. Her wiha pirsgirêka lêgerîna tazî ku ewqas di rojevê de ye nayê çareserkirin û lêgerîna tazî hîn tê ferzkirin."