Di hefteya 630'yî de li kujerên Bedriye Gumuş hat pirsîn 2021-03-06 12:56:58   AMED - Xizmên Windayan di hefteya 630'yî de li Amedê xwestin kujerên Bedriye Gumuş a di sala 1992’yan de di meşa li dijî cerdevantiyê de hat qetilkirin, werin dîtin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan çalakiya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 630’yî de berdewam kirin. Çalakî li ser hesabê medyaya civakî ku hat belavkirin pêk hat. Vê hefteyê li kujerên Bedriye Gumuş a di 17’ê sibata 1992’yan de li gundê Gurîk a bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di meşa li dijî lêferzkirina cerdevaniyê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyaniya vê hefteyê xwend û çîroka kuştina Bedriye Gumuş vegot.    'Leşkeran di  meşê de welatî gulebaran kirin '   Ezgî Sila anî ziman ku dewletê hewl dida cerdevaniyê li ser gundiyan ferz bike û gundî ji bo li dijî vê lêferzkirinê derkevin di 17’ê sibata 1992’yan de meşek li dar xistine û leşkeran di  meşê de welatî gulebaran kiriye û di encamê de Bedriye Gumuş jiyana xwe ji dest daye. Ezgî Sila got Bedriye Gumuş dayika du zarokan bû. Ezgî Sila anî ziman ku ji wê rojê ve heta niha kujerên Bedriye  nehatine dîtin û derbarê kujeran de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Ezgî Sila destnîşan kir ku ew ê li gel dayik û malbatên windayan cih bigirin û li gel hev lêgerîna edaletê bidomînin.