Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Em hebûn em ê hebin jî 2021-03-06 12:20:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata ya girtî peyama 8’ê Adarê da û wiha got: “Dengê me, soza me wê li eywanan li qadan tevlî dengê hemû jinan bibe.”   Endama Desteya Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata ya ku di operasyona qirkirina siyasî de 2’yê Cotmeha 2020’ê hat girtin. Ayla ji Girtîgeha Sîncanê peyama 8’ê Adarê şand.    Ayla, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Ez ê vê 8’ê Adarê tevî pandemiyê jî di mîtîngan de li gel hemû jinên govendê digerînin cih bigirim. Ez ê di vê 8’ê Adarê de li gel hemû jinên li eywanan, azadî û wekheviyê qîr dikin deng û soza xwe bidim.   Ez ê vê 8’ê Adarê de li gel jinên di meşa şevê de mil bi mil in, carekî din bêjim; em canekî din jî kêm nabin. Ez ê vê 8’ê Adarê li Sîncanê li gel hemû jinên ji bo raman, mafê xwe rêxistinkirinê di girtîgehê de ne, li gel hemû jinên mafê xwe yên siyasî bikar tîne govendê bigirim. Dengê me, soza me wê li eywanan li qadan tevlî dengê hemû jinan bibe. Em hebûn, hene, wê hebin jî.”