Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê bi vîrusê hatin xistin 2021-03-06 11:45:41   STENBOL - Girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi Vîrusa Koronayê hatin xistin.    Zextên li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin. Çalakiyên girtîgehan ên li dijî tecrîd û zextan ket roja xwe ya 100'î. Rayedar guh nadin daxwazên girtiyan û nûçeyên binpêkirina mafên li girtîgehan her roj didomin. Hat hînbûn girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi Vîrusa Koronayê hatin xistin. Girtiyên bi rêya hevdîtina bi telefonê ya heftane bi malbata xwe re axivîn diyar kirin ku 9 hevalên wan bi Virusa Koronayê hatine xistin û gotin testa wan jî hatine kirin lê hîn encam diyar nebûye.    Bi tevahî girtiyên nexweş ketine çend kes in û rewşa tendirustiya wan çawa ye nehat zanîn.    'Malbat bi guman in'   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) Eren Keskîn wiha got:"Li gor agahiya me girtiye niha 11 girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê bi Vîrusa Koronayê ketine. Malbat bi guman in. Di heman girtîgehê de girtiyên bi nexweşiyên kronîk jî hene."