Li Mexmûrê koma 40'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-03-06 10:23:11   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 40’emîn çalakî dewir girt. Çalakiya greva birçîbûnê 80 roj li pêy xwe hişt.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 40’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê 80 roj li pêy xwe hişt.   Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanan hat destpêkirin. Li ser navê koma 39’emîn çalakvan Yeşîm Çelebî xêr hatina gel kir û got: “Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin û ji bo piştgirî dayîna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ jî li vê derê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Weke şêniyên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî me xwest ew erk û berpirsiyariya ku dikeve ser milê me pêk bînin û em jî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûn. Êdî dem hatiye ku em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Em serkeftinê ji bo koma 40’emîn dixwezin.”   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.