Çalakiya greva birçîbûnê di roja 100'î de dewam dike 2021-03-06 09:12:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20'emîn hat dewirgirtin û di roja 100'î de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20'emîn di roja 100'î de didome.    Malbatên girtiyan balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin.