Rojnamegerên jin: Em ê di her şertî de li kolanan bin 2021-03-06 09:07:08   Şehriban Aslan   AMED - Rojnamegerên jin ên di her şertî de li qadê ne û bi objektîfên xwe dibin şahidê têkoşîna jinan, 8’ê Adarê bi kelecan û rihê berxwedanê dipên. Rojnamegerên jin ên ji êrîşan nisîbê xwe digirin, bang kirin ku divê kuştinên jinan bi dawî bin û polîtîkayên der barê jinan de bên guhertin.   8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li welat, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve tê pîrozkirin. Li her derê cîhanê ku jin li gorî dilê xwe bêyî destûr pîroz dikin, li Tirkiyeyê her sal bername tên astengkirin jin rastî êrîşa polîsan tên. Rojanemegerên jin ên li qadan jî dibin hedefa polîsan.   ‘8’ê Adarê ji bo hemû jinan roja têkoşînê ye’   Rojnameger Hatîce Kamer destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê roja têkoşînê ye û ev roj bi keda jinê hatiye qezenckirin û got: “Îlankirina tenê rojekê ya jinan îronî ye, lê bêguman ev rojeke bi nirx e ji bo jinan. Bi taybet piştî hewldana darbeyê şûnde, şîdet û zexta li ser jinan zêde bûye û tu carê şîdet evqas aşkera û asayî nebûye.”   ‘Di salên dawî de zext du qat zêde bûn’   Hatîceyê bi lêv kir ku şîdet bi zimanê siyaset û hem jî bi pergal û mekanîzmaya heyî re tê hilberandin û bandorê li hemû jiyanê dike û got: “Di vê rewşa heyî de ne tenê rojnamegerên jin ên mêr jî rastî heman pirsgirêkan tên. Her wiha ev 6 sale, ger ku nûçe hinekan nerehet bike, wê demê hûn dibin navenda şîdetê. Mînak bi salan berê li hember midûriyeta emniyeta Mîdyatê êrîşa bombeyî pêk hatibû. Ji ber em jî li wir bûn, em rastî lîncê hatin. Di salên dawî de zext û êrîş du qat zêde bûne. Lê em li dijî her cureyê zextê dê xebata xwe bimeşînin.”   ‘Em ê jin têbikoşin’   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser îfadeyên siyasetmedarên mêr û wiha got: “Ev gotinên wan ji xençerê jî girantir in. Der barê jinan de demên dawî de hinek îdia tên kirin. Ji ber polîtîkayên heyî û her wiha bi hatina pandemiyê re şîdeta li ser jinan zêde bû. Derûniya jinan xera bû. Mixabin şîdet êdî bûye zimanê jiyanê. Em jin divê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be, bi hêviya li qadên azad bê pîrozkirin.”   ‘Me bi kamerayên xwe şahidiya têkoşîna jinê kir’   Nûçegîhana JINNEWS’ê Dîlan Babat jî da zanîn ku ligel şîdetê şahidiya têkoşîna jinê kirine û got li Tirkiyeyê jin ji bo mafên xwe tevî hemû zextan têkoşîn dane û vê jî ew kelecanî kirine. Dîlanê ev tişt anî ziman: “Tevî hêza dewlet û polîsan jinan ji bo mafên xwe li kolanan li berxwe dan. Me jî bi kamerayên xwe şahidiya vê kir. Ev rewşeke gelek bi kelecan e ji bo me. Di esasê de em jî parçeyê têkoşînê ne. Ji ber em jî li dijî zimanê serdest ê mêr ê çapemeniyê têdikoşin. Dema em li qadên 8’ê Adarê bi jinan re tên gel hev, bi me re kelecaneke mezin dertê holê. Sekna wan a bi biryar û serbilind, pir baş tê dîtin. Ev jî hêzeke cuda dide rojnamegerên jin.”   ‘Dema kujer bê ceza dimînin, hêrsa jinan zêde dibe’   Dîlanê her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi sedan jin tên qetilkirin û kujerên wan bêyî ceza bigirin tên derxistin û ev jî hêrsa jinan zêde dike û ev tişt vegot: “Jin wê îsal jî bêjin ‘em ê yek kêm nebin’ li qadan bin. Em jinên rojnameger jî dê bi kelecanek mezin çalakiya jinan bişopînin.”   ‘Rojnamegerên jin rastî mudaxaleya tund a polîsan tên’   Nûçegîhana Euro News Buşra Taşkiran jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku kolan sîmgeya hêza jinan e û got rojnamegerên jin li kolanan bi zexta tund a polîsan re tên rû hev. Buşrayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê jî dema van êrîşên li hember jinê dibînim xemgîn dibim. Ez yekser dibim şahidê van dijhiqûqiyan. Lê tiştekî nikarim bikim. Bêyî destûr dikarin li çenteyên mirovan binêrin, nasname dikare bê girtin û maşîne dikare bê şikandin. Polîsekî hewl dabû lingê min bişkîne. Ev jî rê li ber rewşa travmatîk vedike. Mînak dema dertêm qadê panîk atakê dijîm. Mixabin der barê tiştê ku tê serê jinê pêvajoyek hiqûqî nayê meşandin. Bêguman ev pêvajo dikarin bên guherîn. Ji ber mirov dizanin ku li pişt gelek jin hene.”   Buşrayê wiha dawî lê anî: “Cara ewil ez bi dayika xwe re tevlî 8’ê Adarê bûm. Di kortejê de ji nasnameyên siyasî yên cuda, ji baweriyên cuda mirov hebûn. Lê em di heman sînerjiyê de bûn. Me heman dirûşm berz dikirin. Ev ji bo min gelek binirx bû. Çi dibû bila bibe, yekbûna jinan, nîşaneya herî mezin a piştgiriya hev bû.”   ‘Jinên dengê xwe bilind dikin tên girtin’   Nûçegîhana Arti TV Bahar Kiliçgedîk jî der barê 8’ê Adarê de nêrînên xwe anî ziman û got 8’ê Adarê di alî piştevanî û yekîtiya jinan de gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel tedbîrên bi hinceta pandemiyê hatine girtin, qedexeyên bernameyan jî, faktorên girîng ên ku pêşî li jinan digire ye. Jinên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dengê xwe bilind dikin, îtîraz dikin jî bi girtin û binçavkirinan re tên rû hev. Bi ser saziyên jinan de hatin girtin. Di vê pêvajoya ku şîdeta li ser jinan zêde bûye de, piştevaniya jinan hîn bêtir girîng e. Ji bo me rojnamegerên jin, tevlîbûna jinan a qadên 8’ê Adarê gelek watedar e.”   'Tevî serlêdanan jin nayên parastin'   Baharê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser peyarê bedena bê can, ekibên lêkolînê li dorê. Gumanbar an bira yan bav an jî hevalê mêr e. Jinên ku her tim bi tirsa mirinê hewl didin bijîn, mixabin tevî serlêdanên wan nayên parastin. Biryarên parastinê bên dayîn jî fêde nakin. Jinên derî bi derî digerin jî hewl didin mexdûriyetê îspat bikin. Dema dimirin jî sûcdar dîsa jin tên dîtin. Yên ji kuştinên jinan re dibêjin ‘bes e’ jî tên darizandin. Bêguman kirina şahidiya van bûyeran jî ji bo me rojnamegeran bi êş e.”