Ji jinan daxwaza 8’ê Adarê: Çîroka xwe em bixwe binivîsin 2021-03-06 09:05:47   Oznur Deger   ENQERE- Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinen Cîhanê, jinan daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê kuştinên jinan ku pirsgirêka herî girîng a welat e bi dawî bin. Ji jinan Hîlan Gurpinar got: “Me her tim çîrokên jinan ên ji aliyên kesên din ve hatine nivîsin xwendin. Ez dixwazim ku her jinek çîroka xwe bi xwe binivîse û em di rojên pîroz de bên gel hev.”   Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demeke kurt ma û li welat û herêmê xebat, çalakî û bernameyên jinan didomin. Platforma Jinan a Enqereyê jî bi dirûşma ‘Em li dijî xizanî, newekhevî, şîdeta mêr û dewletê, ji bo azadiya xwe di nava serhildanê de ne’ 8’ê Adarê pêşwazî dike.   Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re me mîkrofonên xwe dirêjî jinên li Enqereyê kirin. Daxwaza herî mezin a jinan bidawîbûna qetilkirina jinan û newekheviya navbera zayendan de bû.   ‘Em hewl didin bijîn’   Îrem Ozturk: Li hemû cîhanê, tişta ku hewcedariya me pê heye, jina ku hatiye jibîrkirin, bê bibîrxistin. Em niha wekî ku her tişt normale jiyana xwe didomînin lê tu tiştek ne di riya xwe de ye. Li her derê zarokên keç, dayik, xwişkên me hene û em her tim wan ji bîra dikin. Ev bi me tên jibîrkirin. Ez êdî naxwazim wisa bibe. Em dixwazin li kolanan wek hev bin, li kargeriyan xwedî mafên wekhev bin, wek her kesî di hawirek wekhev de bixebitin û heqdestekî wekhev bigirin. Ez di wê baweriyê de me ku her kes bêdeng namîne lê li hinek deran hinek kesên xwedî hêz bêdeng nemînin. Ji ber êdî jin ditirsin. Jin ditirsin biçin kar. Jin ji bav, dê, patronan ditirsin. Kesên ku mafên wan biparêzin tune. Em xwe tenê hîs dikin. Her roj jinek tê qetilkirin. Ev canê me diêşîne. Em ditirsin ku rojekê navê me jî bê bihîstin. Em bi vê tirsê dijîn.   ‘Li Tirkiyeyê her roj 3 jin tên kuştin’   Nazli Buket Yazici: Li Tirkiyeyê her roj sê jin tên kuştin. Ev êşeke mezin e. Tevî vê di dozên jinan de mêr ji rewşa baş ceza digirin. Beriya her tiştî ji bo pêşî li kuştinên jinan bê girtin, divê hemû mêr bên darizandin û cezaya muebeta giran bigirin. Tişta ku di vê mijarê de divê bê kirin, pêkanîna Peymana Stenbolê û qanûna 6284 e. Em niha ber bi 8’ê Adarê ve diçin û daxwaza me ya sereke ev e. Di heman demê de hevalên me bi berxwedan Bogazîçî hatine binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hatine birîn hene. Kelepçeya elektronîk ya li lingê wan hatine xistin divê li destê kujeran bê xistin. Bi vî awayî wê pêşî li kuştinên jinan bê rawestandin.   ‘Hemû jinan dawetî kolanê dikim’   Gokçe Akgol: Îro li welatê me her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Ev tenê di yên îstatîstikan de tên dinê ne. Ev tiştekî bi êş e. Piştî berxwedana Bogazîçî hevalên me rastî cezayên hepsa malê hatin û kelepçeyên elektronîk li destên wan xistin. Lê ne hevalên me divê kujerên jinan bên kelepçekirin. Dewlet di vê mijarê de peywira xwe nake. Hêviya min ev e ku em hîn bêtir qelebalix tevlî qadên 8’ê Adarê bibin. Ez ê hem li Stenbol û hem jî li Enqereyê bim. Hemû jinan kolanê kolanê dikim.   ‘Bila tu jinek netirse’   Çîgdem Karademîr:Ez naxwazim behsa newekheviya jin û mêr bikim. Naxwazin cudakariyek wisa bê kirin. Ez li dijî newekheviya zayendê me. Ger ku pêşî li vê newekheviyê bê girtin wê gelek pirsgirêk jî çareser bibin. Ji bo cesaret û pêngavên hîn mezintir divê jin çi ji destê wan tên bikin. Bila tu jinek netirse. Daxwaza min ev e.   ‘Hûn bibin nobedarê azadiya xwe’   Gîzem Şikman: Li cihên ku berpirsiyariyek wekhev divê hebe, ji jinan zêdetir tişt tên payîn. Mînak li kargeriyeke ku xebatkarê çayê belav dike tune be, ji jinê çay tê xwestin. Ez bang li jinan dikim, li ser piyên xwe bisekinin. Hûn bibin nobedarên azadiya xwe.   ‘Mafê jinan tune tên hesibandin’   Denîz Usta: Şîdeta li ser jinan bi dawî nabe. Beriya her tiştî divê ev bê çareserkirin. Mafê jinan tune tê hesibandin. Ji ber vê divê ev bê sererastkirin. Wekhevî tune ye. Hikûmet ji vê re çareseriyekê nabîne. Daxwaza min ev e ku şîdet bi dawî bibe. Divê mirov jin li gorî xwe bijîn. Divê em azad bijîn. Lê li welatê me tiştekî wisa tune ye. Ez dixwazim ku li hember fikara azad a jinê rêzdarî hebe.   ‘Jin hêza xwe derxin holê wê her tişt biguhere’   Canan Bektîk:Divê hemû jin hêza xwe, enerjiya xwe bizanebin. Divê bizanibin ku potansiyela wan çiqas zêde ye. Ger ku hêza xwe derxin holê wê gelek tişt biguherin.   ‘Reng bila nebe rengê şîdetê’   Hîlal Gurpinar:Çîroka jinan heta îro hinekên din nivîsî. Me her tim çîrokên ku ji aliyê kesên din ve hatine nivîsîn xwendin. Ez dixwazim ku her jinek çîroka xwe bixwe binivîse û em jî di rojên ku ev tê pîrozkirin de bên gel hev. Reng bila nebin rengê şîdeta me, bibin sembola çîrokên xweş, zelalî û rojên xweş. Ez bi salan di stargehê de mam. Ji ber tecrubeyan ez dikarim bêjim ku Peymana Stenbolê her çiqas wek peymaneke koasê diafirînin nîşan bidin jî dema em di stargehê de bûn karê me pir hêsan kir. Tiştên jiyana me hêsan dike divê her tim di tûrikê me de be.