Li Mexmûrê çalakiyên 8’ê Adarê berdewamin 2021-03-05 17:19:30   MEXMÛR - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wargeha Penaberan a mexmûrê rêze çalakî hatîbûn destpê kirin, ev rêzeçalakî bi çalakiyên cûr be cûr di domin.   Bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi durûşma ‘Em jin xwe rêxistin bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ di rojên borî de Starta  çalakiyên 8’ê Adarê hatibû diyîn. Îro jî di çarçoveya van rêzeçalakiyên ku hatin destpêkirin de ji gel re semîner hat lidarxistin.   Beriya semîner dest pê bike ji bo tevahî giyanê Şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk Evîn Tayboga ve axaftin hat kirin.   Evînê bal kişand ser girîngî û wateya vê rojê û got: “Di serî de em 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Dem dema azadiyê ye ji bo wê jî pêwîste em çalakiyên xwe hîn xurtir û mezintir bikin. Bi saya Rêber Apo êdî jin bûn xwedî îrade û fikirek azad. Êdî jin li her deverê cîhanê dengê xwe bilind dikin. Dubare em vê rojê li Mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin.”