Bi munasebeta 8’ê Adarê Meclîsa Gel diyarî li jinan belav kir 2021-03-05 16:54:50   MEXMÛR - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo endamên Meclîsa Îştar xwarinek organîze kir û diyarî li jinan belav kir.     Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo endamên Meclîsa Îştar xwarinek organîze kir. Endamên Meclîsa Îştar ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve bi qertan hatin pêşwazîkirin. Di vê organîsazyonê de axaftin ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hacî Kaçan ve hat kirin.   Hecî Kaçan di destpêkê de xêrhatîna hemû mêvanan kir û got: “Di destpêkê de hûn bi xêr hatin. Em weke Meclîsa Gel a Demokratîk roja 8’ê Adarê li tevahî jinên amade pîroz dikin.  Me jî xwest bi boneya roja 8’ê Adarê organîzesyonekê li dar bixin. Ji ber Rêber Apo roja 8’ê Adarê tenê ji bo jinan pîroz nabîne û pêwîst e hemû roj roja jinan be. Em jî di vê baweriyê de ne ku hemû jinên kurd di bin sîwana paradîgmaya Rêber Apo de tevahî jinên cîhanê bi xwe re azad bikin. ”     Di vê organîsazyona ji bo 8’ê Adarê de  Meclîsa Gel a Demokratîk xelatek dîyarî Meclîsa Îştar kir. Li ser navê Meclîsa Îştar Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek axivî û got: “Em di serî de spasiya Meclîsa Gel dikin. Em di serî de roja 8’ê Adarê li Rêber Apo, şervanên azadiyê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”