Endama Meclîsa Ciwanan Berfîn Can hat binçavkirin 2021-03-05 15:55:07   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Can dema ku ji avahiya HDP’ê derdiket hate binçavkirin.   Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê bi armanca bidawîanîna kampanyaya “Raperîna Xemrî” îro li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê civiya. Piştî bidawîbûna çalakiyê endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berfîn Can li ber deriyê avahiya HDP’ê hate binçavkirin.   Hat zanîn ku Berfîn Can di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrdînê ya têkildarî meşa Yekîtiya Neteweyî ya li Qoserê ji aliyê komeke ciwan hatibû lidarxistin de hatiye binçavkirin.