HDP û TJA berî 8'ê Adarê hatin gel hevdu 2021-03-05 15:37:22   ÎZMÎR - Li Navçeya Bûcayê HDP û TJA bi munasebeta 8'ê Adarê hatin gel hevdu. Jinan ji bo çalakiyên ew ê bên kirin bang kirin û qurnefîl belav kirin.    Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) berî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" bi jinan re li avahiya HDP'ê ya Bûcayê hatin gel hevdu. Hevseroka HDP'ê ya Bûcayê Nûrşen Ataman bang li jinan kir ku beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.    Nûrşen da zanîn ku ew jiyaneke jin lê nayên qetilkirin dixwazin û bang li jinan kir ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ew ê ji aliyê Platforma Jinê ya Bûcayê li têketina  Şirinyer Forbes  bê dayin, bibin. Her wiha ew ê ji aliyê Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê  roja şemiyê û ji aliyê Platforma Jinê ya Îzmîrê roja 8'ê Adarê çalakiyan li dar bixin. Nûrşenê ji bo van çalakiyan jî bang kir ku jin beşdar bibin.    Piştî daxuyaniyê bi armanca banga ji bo çalakiyên 8'ê Adarê jinan li kuçeyên Bûcayê qurnefîl belav kirin.