Li Botanê çalakiyên 8'ê Adarê didomin 2021-03-04 15:27:50   ŞIRNEX - Jinên Botanê îro çûn serdana goristana hersê jinên siyasetmedar Sêvê, Fatma û Pakîze. Piştre jî ligel astengiya polîsan li Şirnexê estafan ziyaret kirin û qurnefîl belav kirin.    Xebatên 8'ê Adarê ya li herêma Botanê ya ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve tê meşandin bênavber didomin. Jinan îro li Şirnexê çûn serdana goristanan û piştre jî çûn serdana esnafan. Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Şirnexê jî tevlî bernameya îro bûn.    Jinan di serî de çûn Goristana Nalarû yê û goristanên hersê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ziyaret kirin. Di serdana goristanê de aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têkoşîna jinên têkoşer bin.    Piştî serdana goristanê jinan xwest li navendê esnafan ziyaret bikin û qurnefîlan belavbikin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Ligel astengiyan jî jinan serdana xwe ya esnafan û belavkirina qunefîlan pêk anîn. Her wiha jinan bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî serdanan bûn.    Jinan bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û “Bijî berxwedana jinê” bernama xwe bi dawî kirin.