Jinên Rojhilata Navîn konferansê li dar dixin 2021-03-04 10:18:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kar û xebatên hevbeş de dê jinên neteweyên cuda yên Rojhilata Navîn konferansekê bi rêya online li dar bixin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, dê di çarçoveya kar û xebatên hevbeş de jinên kurd, ereb, îranî û efganî konferansekê bi rêya online li dar bixin. Rêxistinên jinan ên li Îranê, Rojhilatê Kurdistanê, Efganistan û Ehwazê ji bo konferansê bangek hevbeş weşand.   Li gorî banga wan wê di 6’ê adarê de bi rêya Zoomê ango online konferasek hevbeş a jinan were lidarxistin. Di konferansê de 5 jinên panelîst hebin. Jinên panelîst jî evin: Endama Komeleya Jinên Şoreşgerên Efganistanê, Endama Rêxistina Tîrbunal a Îranê Mêrsêde Qaidî, Endama KJAR’ê Miryen Fathî, Çalakvana Mafê Mirovan Heyfa Elesedî û Endama Platforma Demokrasiya Îranê Besê Şemarî.   Wê konferans di 6’ê adarê de, li gorî saeta Başûrê Kurdistanê di saet 20.00’an de dest pê bike.