Platforma Şahmaran panel li dar xist 2021-03-04 08:50:40     MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li ser zoomê panelek li darxist. Ji her deverên Kurdistan û Tirkiyê jin tevli panele bûn.   Platforma Jinan a Şahmaran di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li ser Zomê panelek li dar xistin. Nivîskara rojnameya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê Fîgen Aras wekî axaftvan beşdar bû. Bi qasî 70 jinên ku di nav wan de yên ji bajarên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê jî hene beşdarî panelê bûn.    Piştî axaftina Fîgen Aras  panel bi awayê pirs û bersivan hate dewlemendkirin. Herwiha hemû jinan ji bo berdewamkirina panelên bi vî rengî pêşniyar kirin. Panela ku seetek û nîv berdewam kir bi diruşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.