Înîsiyatîfa Jinên Kurd ên Brîtanyayê bernameya 8'ê Adarê aşkera kir 2021-03-03 16:52:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê aşkere kir. Çalakiyên jinan dê di 6'ê Adarê de dest pê bike heta 8'ê Adarê bidome.    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê wê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, parastina jin û civaka azad" 3 rojan wê rêze çalakiyan li dar bixe. Însiyatîfê ji ber şewbê bernameyeke taybet û xweser amade kir û ragihand ku wê îsal balê bikişînin ser girîngiya yekîtî û piştevaniya jinê.   Înîsiyatîfa Jinên Kurd diyar kir ku wê ji Londonê û gelek bajarên din ên Brîtanyayê ji bo piştevaniyê nameyan ji girtiyên jin re bişînin. Li gorî plansaziya însiyatîfê, 6'ê Adarê roja Şemiyê saet di 18:30'î de wê bi mijara "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin û civaka azad e" panelek bê lidarxistin. Lînka panelê ya Zoomê wiha ye: 572 342 2768 –Passcode: 700587    Êvara 7'ê Adarê saet di 18:30'î de wê çalakiya çandî pêk were û gelek hunermendên jin ên ji Brîtanya û gelek welatan tevlî bibin. Hunermend Xecê, Evîn Şah, Sûna Alan, Jala, Zeyno Dûrar, Nadîa Vîsser, Paûla Darwîsh, Rûken Yilmaz, Cemîle Dînçer û Amal Saeed Kurda jî tevlî bibin.   Di roja dawî ya bernameyê de jî jin wê 8'ê Adarê saet di 11:00 de li ber Postaxaneya Harrîngayê li hev bicivin û nameyan ji girtiyên siyasî yên jin re bişînin. Piştre jî li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê saet di 12:00 de li hev bicivin.