TJK - E'yê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê banga tevlîbûnê kir 2021-03-03 12:50:25   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyên ku li Ewropayê bê lidarxistin kir.    Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê nivîskî bal kişand ser çalakiyên ku dê li Ewropayê bê lidarxistin û her wiha banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dibêjin 'Li dijî qirkirina jinê, em jina azad û civaka azad diparêzin'. Sedsala 21'an dema pêkanîna şoreşên jinê ye. Têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî, mezinbûyî û yekbûyî wê bibe misogeriya jiyana azad û wekhev.   Em 8'ê Adarê ya îsal bi vê dirûşmê pêşwazî dikin û li dehan bajarên Ewropayê çalakiyan li dar bixin. Li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îngilistan, Awûstûrya, Yewnanistan, Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê, her wiha li Kanada û Awûstralyayê wê bi wesîleya 8'ê Adarê jinên kurd dakevin qadan û li dijî faşîzm û qirkirinê parastina azadiyê bikin, berxwedanê mezin bikin.    Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê em bang li jinan hemûyan dikin ku li her devera lê ne bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û hesab ji pergala serwer a mêr û dîktatoriyê bipirsin."