Li Mexmurê Sitarta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn 2021-03-01 16:57:03   MEXMUR - Li wargeha Mexmurê ji aliyê Meclisa Îştar û Meclisa Gel a Demokratîk ve sitarta  çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên kedkar a  Cîhanê bi daxûyaniyekê li saziya malbatên şehîdan hat dayîn.    Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ji aliyê Meclisa Îştar û Meclisa Gel a Demokratîk ve sitarta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi daxûyaniyekê li saziya malbatên şehîdan hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinA ji bo tevahî giyanê şehîdan hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Gel Çîçek Cengîz ve hat xwendin.   Çiçek Cengîz di derbarê giringiya rojê de wiha axivî: "Weke tê zanîn jinên kurd weke tevahî jinên cîhanê bi destpêkirina biharê re derbasî çalakiyên meha adarê dibîn. Bi taybetî bi rasthatina 8’ê Adarê bi xemilandina werza biharê derbasî çalakiyan dibîn. Ji bo vê jî her sal sitartên çalakiyên 8'ê Adarê tên dayîn.  Me jî weke Meclisa Îştar a wargehê strata çalakyên xwe yên di çarçoveya 8'ê Adarê de da.’’    Bernameya çalakiyên ku bên lidarxistin wiha ye:   "*Em bi dirûşma ‘Em Jin xwe bi rêxistin bikin Rêberê xwe azad bikin’ dest bi çalakiyên 8’ê Adarê dikin.   *Di 3’ê Adarê de pêşangehek di derbarê kevneşopiya kurdewarî de wê were nîşandan.   *Wê di 5’ê Adarê de semînerek di derbarê 8’ê adarê de ji bo tevahî jinên wargehê were dayîn.   *Wê di 6’ê Adarê de bi pêşengiya TJCM'ê  meşek were lidarxistin.   *Di 7’ê Adarê de wê bi pêşengiya Meclisa Îştar meşek girseyî a jinên wargehê were li darxistin.    *Wê di 8’ê Adarê de bi tevlîbuna tevahî kesên li wargehê bi cil û bergên netewî mitîngek were li darxistin."